Li Erzinganê qezaya trafîkê: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Erzinganê, di qezayeke trafîkê de 3 otomobîl li hev qelibîn, di encamê de yek jê giran 5 kes birîndar bûn.

Qeza li ser Cadeya Recep Tayyîp Erdogan qewimî. Li gor agahiyan, otomobîleke bi plaqeya 16 E 4066 û otomobîla bi plaqeya 24 AK 033 li hev qelibin.

Her wiha piştî bi demekê otomobîleke din a bi plaqeya 24 AAY 954 li wan otomobîlan da.

Di encama qezayê de her sê şofêr û du kesên din ên di otomobîlan de bûn birîndar bûn.

Tîman birîndar ji nav wesayîtan derxistin.

Li ser agahdarkirinê, polîs, tîmên AFAD, îtfaiye û tenduristiyê bi lez çûn cihê bûyerê.

Birîndarên ku di nav wesayîtên xwe de asê mabûn, ji aliyê tîman ve hatin rizgarkirin.

Rewşa birîndarekî giran e.

Her 5 birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Erzinganê ya Bînalî Yildirim.

Hat ragihandin ku rewşa şofêr bi navê K.A.Y. yê 19 salî giran e.