DÎLOK - Otobusa ku diçû Rihayê bû qirik

Hewlêr (Rûdaw) - Otobusa ku ji Nevşehîrê diçû Rihaya Bakurê Kurdistanê, li nêzîkî Dîlokê şewitî.

Hat zanîn ku 31 rêwiyên otobusê bi selametî ji otobusê hatine derxistin û rewşa wan baş e.

Li gorî agahiyan, otobusa bi plaqeya 50 DK 519 a ku şofêrê wê E.B. yê 58 salî bû, ji Nevşehîrê ber bi Rihaya Bakurê Kurdistanê ve diçû.

Li nêzîkî Dîlokê ji motorê otobusê dûxan bilind bû.

Şofêrê ku dûxan ferq kir, bi lez otobus kişand kêleka rê û bi awayekî bi lez 31 rêwî ji wesayîtê hatin derxistin.

Li ser agahdarkirinê, cendirme û tîmên îtfaiyeyê çûn cihê bûyerê.

Hat zanîn ku tevî midaxeleya tîmên îtfaiyeyê agirê ku di demeke kurt de mezin bû, otobus bi temamî şewitand û ew kir qirik.