Li Herêma Firatê serjimariyeke giştî dest pê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê îro li Herêma Firatê dest bi serjimariyeke berfireh kir.
Pêvajoya serjimêriyê ne tenê nifûsê lê di heman demê de mulkiyetên wekî erd û ajalan jî li xwe digire.
Li gorî agahiyên taybet ên Rûdawê, pêvajoyê îro saet di 08:00an de dest pê kir û 4 hezar tîm ji bo vî karî hatine erkdarkirin.
Armanc: Plansaziyeke baştir e ji bo paşerojê
Armanca sereke ya vê serjimariyê ew e ku bingeheke amaran a berfireh li ser rewşa herêmê û niştecihên wê bê avakirin.
Bi van daneyan, Rêveberiya Xweser dê karibe herêmê baştir birêve bibe, xizmetguzariyan bi awayekî bibandortir dabîn bike û projeyên paşerojê li gorî pêwîstiyan plan bike.
4 hezar tîm li pênc navçeyan li ser kar in
Li gorî zanyariyên Rûdawê, ev serjimarî Herêma Firatê li xwe digire ku bajar û bajarokên wekî Sirîn, Kobanî, Eyn Îsa, Qena û Çelbiyayê di nav de ne.
Ji bo pêkanîna vê pêvajoyê, mamoste, karmendên saziyên Rêveberiya Xweser û serokên komînan hatine erkdarkirin.
Ofîsa Plansazî û Serjimêriyê ya Rêveberiya Xweser çavdêriya pêvajoyê dike û ji bo vê armancê, 4 hezar tîmên ku her yek ji du kesan pêk tê hatine perwerdekirin.
Encam dê kengî bên ragihandin?
Ji ber ku berhevkirina daneyan bi awayekî klasîk li ser kaxezan tê kirin, tê payîn ku pêvajoya dabeşkirin û analîzkirina wan demeke dirêj bigire.
Ji ber vê yekê, heta niha demek diyarkirî ji bo ragihandina encaman nehatiye destnîşankirin.