Bajarê 12 hezar salî bi tevê dîroka mirovahiyê dixeniqînin

Heskîf (Rûdaw) - Bajarê dêrîn ê Kurdistanê Heskîf, bi Bendava Ilisûyê tê xeniqandin. Beriya çêkirina bendavê, şikeft û şûnwarên dîrokî bi teqemeniyan tên hilweşandin.

 

 

Li Heskîfê derdora 5-6 hezar şikeftên dîrokî hene, ku bi destan hatine verotin û çêkirin. Li deverê, li ser rûberê 37 hektar cihê şûnwarên dîrokî hene lê tenê 7 hezar hektar ji aliyê şûnwarnasan ve hatiye lêkolînkirin. 30 hezar hektar bêyî lêgerînan di bin avê de tê fetisandin. Bendava ku 136 kîlometir dirêj dibe, 200 qeza û gundan di bin avê de dihêle û 70 hezar kes koçber dibin.

 

Şaristanî tune dibe

 

Bajarê 12 hezar salî Heskîfa dêrin li ber çavê cihanê tê tunekirin. Şûnwarên dîrokî beriya ku di binê Bendava Ilisûyê bê xeniqandin bi teqemeniyan tê hilweşandin.

 

John Crofoot ê ku di sala 2005an de ji bo mastera edebiyata berawird ji Amerîkayê hatiye Tirkiyê, ev 5 sal in li Heskîfê dijî. Li gor wî Heskîf ji bo dîroka şaristaniya cihanê jî navendek pir girîng e. Ew dibêje Heskîfê tê wateya tunekirina yek ji şaristaniyeta seratayî ya mirovahiyê ya 12 hezar salî.

 

John Crofoot dibêje: “Bêyî Heskîfê nabe. Wate ger Heskîf di bin avê de bimîne ji bo xelkê vê herêmê xelkê Tirkiyê û hemû cihanê ev yek dibe wendahiyeke mezin. Çima? Ji ber ku Heskîf yek ji navenda seretayî ya şaristaniyeta cihanê ye. Hestî û bermahiyên hatine dîtin, yên 12 hezar sal berî niha ne. Herwiha ji bo dîroka Serdema Naverast jî Heskîf bajarekî pir girîng e.”

 

Fîkret Aygun ê ku ji Mêrdînê hatiye, mîna John Crofoot bi temamî li Heskîfê bi cih nebe jî beriya ku Heskîf bê xerakirin û di bin avê de bê hêştin, xwastiye carek din vê delaliya dîrokî bibîne.

 

Fîkret Aygun diyar dike: “Ev Heskîfa xweş û delal çi hatiye serê wê?! Piştî vê wextê mirov bigrî çi ye, negrî çi ye? Xirab kirine. Dibêjin ´Em nateqînin´. A ha wayê xûya dike. Ne hewce ye mirov bêje jî. Çendîn dewlet û şaristaniyet li vir ava bûne. Tu li kîjan dîrokê û li kîjan dewleta çûyî binêre ev xerakirin çênekirine.”

 

Li gor parlamenter Mehmet Elî Aslan ê ku pêştir ji bo rawestandina teqandina Heskîfê xwe bi zinaran ve zinzîr kirîbû jî armanc ne enerjî ye.

 

Parlamenterê HDPê yê Batmanê Mehmet Alî Aslan dibêje: “Cihên dîrokî mirovek bismarek/mixek jî lê bixin qedexe ye. Lê li vir bi dîmanît û teqemeniyan xera dikin. Armanca wan ew e ku vê çand û dîrokê ji nav bibe. Zora wan diçe ku ev çand, ev dîrok, ev xweşikî çima li vir e? Çima di nav axa Mezopotomyayê de ye. Çima li ser axa Kurdan e. Çima di destê Kurd û Ereban de ye. Ku ev der li rojavayê Tirkiyê ba wiha dikirin? Çima Kapadokyayê xera nakin? Dibêjin ku ew der a me ye? Lê belê vir wekî ya xwe nabînin.”

 

Niştecihên herêmê jî û geştiyarên Tirkiyê jî ji bo Heskîf di bin avê de nemîne li dijî Bendava Ilisûyê ne;

 

Geştiyar Ûlaş Kara: “Li Tirkiyê der barê şûnwarên dîrokî de nêrîneke pereyî heye. Lewma ji bo parastina şûnwarên dîrokî ti tişt nayê kirin.”

 

Geştiyar Arda Yildirim: “Li vir rûxandineke çandî jî heye. Ji ber ku ev erdnîgariya Kurdî ji bo xelkê vir xwediyê hêjayiyeke mezin e. Dema ev bîr û hefizeya dîrokî bê tunekirin, peywendiya mirov a bi şaristaniyetê re jî tê tunekirin.”

 

Geştiyar Fatma Ertaç: “Min xwast ez carek din vir bibînim. Ev der pir xweşik e. Ez heyranê vê dîrokê me. Lê belê Heskîfa nû bi ti awayî nagihêje bedewî û heybeta Heskîfa kevn.”

 

Bendava Ilisûyê ya ku di hundirê salekê de dikeve meriyetê ji sedan 5ê elektirîka Bakur û Tirkiyê jê bê hilberandin û ji bo avdana zeviyan sûdbexş be jî bi dirêjahiya 136 kîlometreyî 200 gundên Batman, Mêrdîn, Şirnex, Sêrt û Amedê di bin avê de dihêle û 70 hezar kes ji cih û warê xwe koçber dibin.