Mesrûr Barzanî: Bersiva me bo wê êrişê dê tund be

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û êrişa bi mûşekan a îşev şermezar kir û aşkere kir wî peywendiyeke telefonî li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî encam daye.

Mesrûr Barzanî got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti corek hewleke ji bo têkdana seqamgiriya Kurdistanê qebûl nake û bersiva me jî bo vê yekê tund dibe.”

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî aşkere jî kir li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê êrişa Hewlêrê de peywendiyeke telefonî encam dane û got, “Divê encamder bên sizadankirin.”

 

 

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê 3 mûşek li nêzik baregeha Hizba Demokrata Kurdistana (HDK) ketin xwarê. Hevdem çend mûşek jî li nêzikî hêzên Hevpeymanan ên li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ketin xwarê.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, îşev demjimêr 20.30an 6 mûşek li nêzîk serbazgeha Hevpeymaniya Navdewletî û li nêzîk kempa penaberên rojhilatê Kurdistanê li derdora gundên Gezne û Girdeçalê li derdora Hewlêrê ketin.

Rêveberê Giştî yê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Wişyar ji Rûdawê re ragihand, ti bûyerekê li nav firokexaneyê rû nedaye û rewş aram e.

Dije Terora Herêma Kurdistanê jî wêneyên wê wesayîta ku mûşek jê hatine avêtin belav kir û aşkere kir ku milîsên Heşda Şeibî 6 ji nêzikî Mûsilê 6 mûşek rasteyî Firokexaneya Hewlêrê kirin.

Dije-terora Herêma Kurdistanê ragihand, 6 mûşek ji dervey Hewlêrê ve hatine avêtin, li dûrî balafirxaneya Hewlêrê li cihekî çol ketine, ti ziyanên canî nebûne.

Hêzên Emnî yên Herêma Kurdistanê di demeke zû de wêneyek belav kirin ku ji bo avêtina wan mûşekan hatiye bikaranîn û got, ew mûşek ji aliyê Heşda Şeibî ve li ser wê otomîbêlê hatine avêtin.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di debrarê mûşekbarana li Hewlêrê daxuyaniyek da û ragihand: Seet 8 û 30 deqeyan, 6 mûşek berbi balafirxaneya Hewlêrê hatine avêtin, ku ti ziyanên canî nebûne.