Hêzên Îranê li quntarên Qendîlê bazirganek kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Îranê li quntarên Çiyayê Qendîlê bazirganekî Pîranşarî kuştin. Şahidekî bûyer dîtiye dibêje, hêzên Îranê piştî ew bazirgan desteserkirine, kuştine.
Li gorî agahiyên Rûdawê, roja Pêncşemê di demjimêr 17:00an de hêzên Îranê li navçeya Tatî Doya li quntarên Çiyayê Qendîlê bazirganê bi navê Şiwane Mûradî Eqdem ê xelkê gundê Gesgeska Pîranan yê ser bi Pîranşarê bû, kuştine.
Çavkaniyekî ji bûyerê agahdar îro Înê 30ê Îlona 2022an ji Rûdawê re ragihand, hêzên Îranê berê dest danîne ser ajelên wî bazirganî û piştre ew kuştine.
Welatiyê Pîranşarî ajelên xwe ji Rojhilatê Kurdistanê dibirine Herêma Kurdistanê.
Şiwane Mûradî Eqdem 47 salî û zewicî bû û bavê sê zarokên 22, 20 û 7 salî bû.