Li Şirnexê qeza: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilabanê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîl ji kendal wergeriya û di encamê de kesek mir û kesek jî birîndar bû.

Otomobîla E.G. diajot li nêzîk gundê Şiwêdê yê navçeya Qilabanê ji rê derket û ji kendal wergeriya.

Di encama qezaya trafîkê de kesekî bi navê Mehmet Bozan li cihê qezayê mir û ajokar E.G. jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê şofêrê birîndar ji bo dermankirinê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Qilabanê.