Ocalan ji Kurdên Êzidî re nameyek şand
Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, peyamek ji birêvebiriya li Şingalê û civaka Kurên Êzidî re şand û got, “Hûn careke din rûbirûyê fermanên nû nabin.”
Ocalan di peyama xwe de diyar kir ku Êzidiyan wekî diyarî cil û berg jê re şandine û got:
“Min diyariya we ya hêja wergirt. Ez soz didim we ku ez dê rojekê bi wan cilan bi we re bicivim.”
Peyama Ocalan wiha ye:
“Ji rêveberiya Şingalê û civaka Êzidî re;
Ez ne Êzidî me lê min êşa we û nasnameya we ji xwe re kir derd.
Hûn dê êdî qet rûbirûyî fermanên nû nebin; ev zilm dê li ti deverê ducare nebe.
Ez dê dev ji lêpirsîna hesabê ji berpirsên komkujiya dawî bernedim.
Ez dê şopa jin û zarokên revandî bernedim. Ez dê ji bo rizgarkirina wan û pêkhatina edaletê heta dawiyê têbikoşim.
Min avakirina rojên ku hûn dê bi azadî bijîn û çanda xwe bi serbilindî bidomînin, li xwe kir erk.
Rêza min ji we re mezin e. Ez hebûn û mafên we diparêzim. Min diyariya we ya hêja wergirt.
Ez soz didim we ku ez dê rojekê bi wan cilan bi we re bicivim. Bi hêviya ku em di hevdîtinên azad û bihêz de bigihîjin hev.”