Li Wanê 9 kes hatin desteserkirin, hincet PKK ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hefteya borî bi “hinceta endamtiya PKKyê” 9 kes hatin desteserkirin.

Birêvebiriya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 21 û 28ê Îlona 2025an de bi hinceta “rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê” operasyon hatine kirin.

Li gorî daxuyaniyê bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 9 kes hatine desteserkirin.

Hat zanîn ku derbarê kesên hatine desteserkirin de dest bi karên yasayî hatiye kirin.