AMED - Koleja TEDê bi paş de gav avêt: Em lêborînê dixwazin

Hewlêr (Rûdaw) - Koleja TEDê ya Amedê di çarçoveya çalakiyeke "Cejna Zimanê Tirkî" de, fermana Karamanoglu Mehmet a ku zimanên ji bilî Tirkî qedexe dike bi xwendekarekî da xwendin.

Ev bûyer li Amedê û tevahiya Bakurê Kurdistanê rastî bertek û nerazîbûnên tund hat û gelek saziyên sivîl ev yek wekî "çandina tovên nefretê" bi nav kir.

Piştî bertekan malbatên xwendekaran û saziyên sivîl ên Amedê birêvebiriya kolejê lêborîn xwest.

Zarokekî fermana qedexekirina zimanan xwend

Koleja TEDê ya Amedê 26ê Îlonê bi boneya "Cejna Zimanê Tirkî" çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de zarokên di navbera 7 û 13 salî de dowîzên ku pesnê Tirkî didin hilgirtin.

Beşa herî zêde ya ku bû sedema nerazîbûnan ew bû ku zarokekî fermana navdar a Karamanoglu Mehmet xwend.

Di wê fermana dîrokî de wiha tê gotin: "Ji îro û pê ve li dîwan, dergah, meclis û meydanê ji bilî Tirkî ti zimanekî din nayê bikaranîn."

Malbatan bertek nîşan dan ku zarokên wan bêyî agahî û destûra wan di çalakiyeke bi vî rengî de hatine bikaranîn.

Piştî zêdebûna bertekan, birêvebiriya kolejê vîdeoya çalakiyê ya ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kiribû rakir.

Baro û Egîtîm Sen: Ev çandina tovên nefretê ye

Baroya Amedê û Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê ev çalakî bi tundî şermezar kir.

Egîtîm Senê di daxuyaniya xwe de anî zimên ku li bajarekî ku piraniya xelkê wê Kurd in û di dîrokê de ji ber zimanê xwe rastî şkenceyê hatiye, dayîna peyamên "yek zimanî" "rîska çandina tovên nefret û bêtehamuliyê di zihnê zarokan de" dihewîne.

Baroya Amedê jî ev nêzîkatî wekî "pirsgirêkeke cidî ya ku zarokan dike amûrek ji bo arasteyeke îdeolojîk" bi nav kir û got, "Berpirsiyariya saziyên perwerdehiyê ne paşguhkirina zimanê zikmakî ye lê belê pejirandina nêzîkatiyeke azadîxwaz e ku wan biparêze û bide jiyîn."

Koleja TEDê: Çalakî bê agahiya me bû, em lêborînê dixwazin

Koleja TEDê ya Amedê piştî bertekên zêde daxuyaniyeke nivîskî belav kir û lêborîn xwest.

Kolejê diyar kir ku çalakî "bêyî agahiya" birêvebiriyê û ji aliyê mamosteyekî ve hatiye lidarxistin.

Birêvebiriyê her wiha nêzîkatiya mamosteyê ku ew çalakî pêkaniye wekî "hewldaneke niyetpak" pênase kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bbaweriya me ya ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî gerdûnî ye neguheriye."

Kolejê ji ber nerazîbûna malbatên zarokan û raya giştî "poşmaniyeke kûr" anî zimên û soz da ku ji bo dubarenebûna bûyerên bi vî rengî dê tedbîrên pêwîst wergire.