Li Semsûrê qezayeke giran, 4 mirî

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê otobusa rêwiyan û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de 4 kes mirin.

Otobusa ku Selahattîn S. diajot û otomobîla ku Yakup Gultekîn diajot li ser rêya Semsûrê-Kolikê di li hev xist.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.

Di qezayê de ajokarê otomobîlê Yakup Gultekîn, Esmanur, Belinay û Muaz Gultekîn mirin.

Rêya ku ji ber qezayê demekê ji trafîkê re girtî ma piştî xebata ekîban cardin vebû.