Li Wanê 2 kevirên dîrokî hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 2 kevirên dîrokî yên dema Bîzansê hatin dîtin.

Parêzgariya Wanê ragihand ku cendirmeyan bi ser malekê de girtiye.

Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, cendermeyan dest daniye ser van du kevirên rolyef û stel.

Hat zanîn ku cendirmeyan ew her du kevirên dîrokî radestî Muzeya Wanê kirine ku tê gotin ji dema Bîzansê mane.

Li aliyê din, derbarê vê yekê 2 kes hatin desteserkirin.