Xwendekarên Zanîngeha Munzurê kêm dibin
Dêrsim (Rûdaw) - Zanîngeha Munzurê ku ji sala 2008ê ve hatiye avakirin û berî niha ji sedî 98ê kursiyên wê tijî bûn, niha tenê ji sedî 46ê kursiyên wê tije ne, hinek beş bê xwendekar in û pirsgirêka peydakirina xwendekaran heye, xwesteka xwendekaran a xwendinê li vê zanîngehê kêm bûye.
Ew xwendekarên ku Zanîngeha Munzurê hildibijêrin gelek gazinan dikin û ji asta akademîk, civakî û kulturî ya zanîngehê nerazî ne.
Li Zanîngeha Munzur a Parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kurdistanê di salona mezin de beşeke zêde ya kursiyan vala ne û tenê çend xwendekar rûniştine û guhê xwe didin wê dersa ku mamoste ji wan re rave dike.
Beşek ji xwendekarên zanîngehê ji wê yekê nîgeran in ku piştî wergirtina bawernameyê kar bi dest wan nekeve û bê kar bimînin.
Derbarê vê mijarê de xwendekarê Zanîngehê Munzurê Sedat Turgut wiha axifî: “Ev beşa ez lê dixwînim derfeta kar zêde ye, di warê pîşeyî de derfeteke baş heye, lewra bi wê hêviyê hatim vê derê, lê tişta niha dibînim, kesên ev beş qedandine, kar bi dest wan nakeve. Bi giştî ewên vî beşî diqedînin bê kar in. Nîgeraniya min jî wek a wan e. Ger min ev beş temam kir çi dikim? Gelo digihim armancên xwe? Dibim xwedan pîşe?"
Xwesteka xwendekaran a xwendinê li vê zanîngehê kêm bûye. Ew xwendekarên ku Zanîngeha Munzurê hildibijêrin ji asta akademîk, civakî û kulturî ya zanîngehê nerazî ne.
Hejmarek ji wan xwendekarên ku li vê zanîngehê dixwînin, dibêjin malbatên wan naxwazin ku ew li vê zanîngehê bixwînin, lê ew li ser xwesteka xwe li vê derê dixwînin.
Xwendekara zanîngehê Nurcan Yel jî got: “Di warê derûnî de cudahiyeke hewqasî zêde di navbera Riha û Dêrsimê de nîne, lê malbata min naxwazin li vê derê bixwînin. Ji ber medyayê de navûdengê navçeyê tê têk dan û ligel terorê navê wê tê bikaranîn. Bi awayekî behs dikin ku xelk li vê derê di jêr guşara çekan de dijîn. Lewra ji bo xwendinê xwendekar nayên vê derê."
Li Zanîngeha Munzur ku ji 33 beşên cuda pêk tê, çendîn sal e li çar kolej û sê dibistanên bilind xwendekar nayên wergirtin.
Mamostayê zanîngehê Sabît Menteşe jî got: “Bajar biçûk e û derfeteke maqûl bo çalakiyên civakî yên zarokan nîne û divê serokê zanîngehê tedbîrên pêwîst werbigire. Kolej û beşên zanîngehê divê tedbîrên pêwîst werbigirin. Divê Xwendina Bilind, Enqere û herwiha Serokkomar jî tedbîran werbigirin. Di warê karmendên akademîk de jî pirsgirêkên me hene."
Zanîngeha Munzurê ku ji sala 2008ê ve hatiye damezrandin û berî niha ji sedî 98ê kursiyên wê tejî bûn, niha tenê ji sedî 46ê kursiyên wê tejî ne, hinek beş bê xwendekar in û pirsgirêka peydakirina xwendekaran heye.