PSK: Destêwerdanên ne rewa li ser deskeftên netewî xeter e

Hewlêr (Rûdaw) - PSK dibêje, “Destêwerdanên ne rewa li ser deskeftên netewî xeter e” û tekez dike, “Deskeftên netewî yên Başûr ên hemû Kurdan e û divê biparêzin.”

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) derbarê rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser rewşa Şingalê û karvedanên vê rêkeftinê daxuyaniyek belav kir.

PSK amaje bi rewşa deverê dike û dibêje, “Di demekê de ku li navçeyê pêşhate û rûdanên giring rûdidin, alozî mezin û berfirehtir dibin” û tekez dike, “Dagirker û dijminên Kurdistanê ji bo jinavbirina deskeftên Kurdan vê rewşê bo xwe wek derfetek zêrîn dibînin û bo vê mebestê kar û çalakiyên jibo têkdana aramî û ewlehiya Herêma Kurdistana Federe zêde kirine, nexasim piştî li hev têgehiştin û diyaloga ku di navbera Herêma Kurdistan û Iraqa federal da bo çareseriya kêşeyên hilpesartî yên destûrî di seri da yên xala 140 ya destûrê.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyek ve rû bi rûyê bandora encamên pandemiya Covîd 19, qeyrana aborî ku niha hemû Iraqa Federal girtiye ji aliyek din ve bo parastina deskeftên neteweyî, dabînkirina ewlehî û seqamgîriya Herêma Kurdistan û çareserkirina kêşeyên xwe ligel Hikumeta Federal mijûl e, êrîş û gef li ser hatine zêdekirin.”

PSK amaje bi rewşa Şingalê dike û dibêje, “Yek ji babetê giring ku xesarên şerê DAIŞê hêlane, rewşa Şingalê ye ku Kurdên Êzidî ketine ber êrişên qirkirinê ku birînek kûr di dilê gelê Kurd da vekiriye. Piştî rizgarkirina Şingalê ji bindestê DAIŞê li ser destê Pêşmergeyên Kurdistanê di 2015an da, heta niha hêj jî ewlehiya wê nehatiye dabînkirin ku bi hezaran malbatên Kurdên Êzidî yên wê deverê wekî penaber di kampan di bin xêwetan da dimînin û nikarin vegerine ser cih û warên xwe. Her wiha piştî bûyera 16 Cotmehê rewşa ku li wê deverê hatiye pêş, bûye astengek mezin li ber avakirina Şingalê.”

Li ser rêkeftina Şingalê jî PSK diyar dike, “Bo avakirina Şingalê û vegerandina Kurdên Êzidî ji derbederiyê di çarçoveya diyaloga Hewlêr-Bexdayê di bingehê destûrê de rêkeftinek di navbeyna Hikumeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal ya Iraqê da, bi çavdêriya NY hate îmzekirin.”

Her di wê daxuyaniyê de PSK balê dikişîne ser karvedanên erênî li hember vê rêkeftinê û diyar dike, “Ev rêkeftin bûye cihê dilxweşiya xelkê herêmê. Amerîka, Fransa, Almanya û gelek dewletên dî pêşwaziya vê rêkeftinê kirine. Û hêviyek peyda kiriye ku ew navçeyên dî yên Kurdistanî ku li derveyî îdareya Herêma Kurdistan mane, ku dikevine nav xala 140 ya destûra Iraqa Federal jî bi dû da bê.”

Herwiha PSK jibilî Heşda Şeibî, rexne li hewlesta PKKê digire û dibêje, “Di serî de dewletên dagirker, milîsên Heşdî Şeibî û PKK li dijî vê rêkeftinê derketine. PKK bi aşkira serweriya Herêma Kurdistan binpê dike û bo êrişên dagirkeran rê xweş dike. Herêma Kurdistan serokatî, parleman û hikumeta xwe ya meşrû heye. Hêza xwe ya bergiriyê Pêşmergeyên bi ser wezareta xwe ve hene. Lazim e herkes, alî û hêzên siyasî rêz lê bigrin.”

PSK bang li PKKê dike “dest ji vê siyaseta xwe ya şaş berde” û tekez dike, “Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) piştevaniyê li çareseriya destûrî dike. Xwazyarê çareseriyek aştiyane û demokratîk e. Deskeftên neteweyî yên Başûr yên hemû Kurdan e û divê biparêzin.”