Serokê PAKê: Cemîl Taşkesen tiştên di dilê gelê me de anîn ziman

Hewlêr (Rûdaw) –Şandeke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li navçeya Misrcê ya Sêrtê li Bakurê Kurdistanê, serdana Cemîl Taşkesen kir ku li ser axavtina xwe ya ligel Seroka IYI Partiyê Meral Akşener gotibû “Ev der Kurdistan e” û piştre hatibû desteserkirin. Herwiha Serokê Giştî yê PAKê di peywendiyeke telefonî ji Cemîl Taşkesen re got: “Te tiştên ku di dilê gelê me de ne anîne ziman.”

Şandeke PAKê ku endamêm meclîsa partiyê M. Salih Kiliçaslan, Aziz Ozdemir, rêvebirên partiyê Tahir Birlik, Abdurrahman Înan, Hamdullah Toprak îro Şemiyê 30ê Cotmeha 2021ê li navçeya  a Navçeya Sêrtê seredana Cemîl Taşkesen kir û ji ber helwest û gotinên wî ew pîroz kirin, spasiya wî kirin piştgirîya xwe pêşkêş kirin.

Di dema ku heyeta PAKê li cem Cemîl Taşkesen bûn, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik di peywendiyeke telefonî de Cemîl Taşkesen pîroz kir û ji bo vê pêşewazîya wî jî spasiya wî kir.

Mustafa Ozçelik got: “Kekê Cemîl te tiştên ku di dilê gelê me de ne anîne ziman. Te gaveke dîrokî avêt. Em bi bîr û bawerî û hestên xwe yên Kurd û Kurdistanî li gel te ne.”

Cemîl Taşkesen jî ji ber vê seredanê û ji be piştgirîyê spasiya PAKê kir û got: “Em bi hev re xurt in. Ez hêza xwe ji we Kurdistaniyan digirim.”

Çi bûbû?

Seroka IYI Partiyê Meral Akşener, roja Pêncşemê 28ê Cotmehê serdana Sêrtê û navçeya Misircê kiribû û li nav bazara bajêr geriyabû.

Li navçeya Misircê di dema serdana esnafan de welatiyekî ji Meral Akşener re got, “Em Kurd in, zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Cihê hûn niha lê ne Kurdistan e, lê li parlamentoyê ev `Kurdistan` tê înkarkirin.”

Piştî van gotinan ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Sêrtê ve bi tometa `propagandaya rêxistina terorê` lêpirsîn derbarê wî welatiyê bi navê Cemîl Taşkesen de hatibû desteserkirin û Taşkesen di saetên sibeha îro (29.10.2021) de li mala xwe hatibû desteserkirin.

Cemîl Taşkesen piştî ku îfadeya wî hat wergirtin ku bi propagandaya terorê hatibû tometbarkirin, îro di saetên êvarî de hat azadkirin

Ew hemwelatiyê Kurd ji peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak re behsa diyaloga xwe ya li gel Akşener û dema girtina xwe kir û got: “Li emniyetê “ji min pirs kirin, `ev der ku der e?`, min jî got, `ev der Kurdistan e, yên li vê derê dijîn Kurd in, çanda me, dîroka me, hebûna me û her tiştê me Kurd û Kurdistan e.”