HEWLÊR - Hîmê Komelgeha Perwerdeyê ya Joyce Blauyê hat danîn
Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê hîmê Komelgeha Perwerdeyê ya Joyce Blauyê hat danîn. Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan got, "Joyce Blau, zêdetirî 60 salên xwe ji bo xizmeta ziman û çanda Kurdî terxan kir."
Bi amadebûna Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê Sasan Ewnî, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan hîmê Komelgeha Perwerdeyê ya Joyce Blauyê li Hewlêrê hat danîn.
Di merasîmê de Kendal Nezan gotarek pêşkêş kir û ragihand:
"Joyce Blauya ku komelgeha perwerdeyê bi navê wê tê vekirin, zêdetirî 60 salan xizmeta ziman û çanda Kurdî kiriye.
Joyce Blau ji sala 1959an heta sala 2024an, bi awayekî xwebexşane di warên akademî, ziman û çalakvaniyê de xizmeta gelê Kurd kir û dosteke nêzîk a gelê me bû."
Joyce Blau sala 1964an mastera xwe li ser zimanê Kurdî wergirt û mastera wê wekî pirtûkokekê bi navê "Pirsgirêka Kurdan" bi zimanê Fransî hat çapkirin.
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê anî ziman:
"Dema ku pirtûkoka wê hat weşandin, bi biryareke Encûmena Wezîran û Serokkomarê Tirkiyeyê, hat qedexekirin lê Joyce Blau kêfxweş bû û wê ev yek wekî serbilindiya herî mezin a xwe didît."
Hîmê projeyê di salvegera yekem a koça dawî ya Joyce Blauyê de hat danîn.
Kendal Nezan her wiha da zanîn:
"Di van demên dawî de dema ku hat serdana Herêma Kurdistanê, gelekî kêfxweş bû û digot ku ew bi bipêşketinên Kurdan gelekî dilxweş e."
Serpereştê projeyê Dr. Bextyar Hisên Qeladizeyî jî di merasîmê de got:
"Armanca projeyê perwerdekirin û gihandina zarokên Kurdistanê ya bi sîstemeke navneteweyî ya bi zimanê Îngilîzî ye ku tê de girîngiyeke mezin bi dîroka Kurd û Kurdistanê were dayîn."
Joyce Blau 24ê Çiriya Pêşîn a 2024an li Parîsa paytexta Fransayê koça dawî kir.
“Heqê wê li ser me hemûyan heye”
Piştî wefata wê, Serok Barzanî peyamek belav kiribû û gotibû:
"Piştgir û dosteke mezin a gelê Kurdistanê bû, xizmeteke mezin pêşkêşî ziman û edebiyata Kurdî û Enstîtuya Kurdî ya Parîsê kir, heqê wê li ser me hemûyan heye."
Bextyar Hisên diyar kir, peyama Serok Barzanî piştgirê sereke bû ku komelgeha perwerdeyê bi navê wê were kirin.
Joyce Blauya nivîskar, zimanzan û pispora ziman û edebiyata Kurdî sala 1932yan li Qahîreya paytexta Misirê ji dayîk bûye.
Ew ji aliyê Kamiran Bedirxan ve li Zanîngeha Sorbonnê ya Fransayê fêrî zaravayê Kurmancî bû.
Paşê ew bi xwe fêrî zaravayê Soranî jî bû û di salên 1970yî de, çend mehan li Başûrê Kurdistanê jiyaye.
Joyce Blau doktoraya zimanê Kurdî ji Zanîngeha Sorbonnê wergirtibû û her li wir mamosteya zimanê Kurdî jî bû.
Heta ku koça dawî kir, yek ji birêvebirên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bû.