Di vê hişkesaliya xedar de li Xelîfanê kaniyek teqiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîfanê ya Hewlêrê di vê demsala ku heta niha baran nehatiye de kaniyek teqiya.

Kaniya Kirtokê dikeve navçeya Sirêşmeyê ya Xelîfanê ve û ji doh ve teqiyaye û av jê diherike.

Qaymeqamê Xelîfanê Mexdîd Ehmed ji Rûdawê re got: "Bi salan e di vê demsalê de kanî diteqiya lê îsal ji ber ku baran qet nehatiye, teqîna kaniyê bi vî rengî belav bûye û xelk pê matmayî ye.

Li havîngeha Geliyê Elî Begê di çarçoveya masterplana geştiyariyê de kar tê kirin.

Ava ku ji Geliyê Bilê û Xelîfanê diçe Geliyê Elî Begê, hatiye girtin û av kom bûye.

Ji doh ve kanî teqiyaye, ji ber vê yekê îhtimal heye ku damareke wê ava kombûyî çûbe nav sînorê kaniyê û bûbe sedema teqînê."

Mexdîd Ehmed her wiha amaje pê kir ku ji aliyê zanistî ve ev yek ji bo wan zelal nebûye lê nêzîkahiya ava ku li rê berê hatiye girtin û kaniyê, gumanan dibe ser wê yekê ku di vê bêbaraniyê de tenê ew sedema teqîna kaniyê be.

Kaniya Kirtokê yek ji kaniyên herî kevn ên herêma Xelîfanê ye û salane piştî baranên payîzê dizê.