PYD bû endama rêxistina Sosyalîst Enternasiyonal

 

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bû endama rêxistina Sosyalîst Enternasiyonal.

PYDê eşkere kir ku rêxistina Sosyalîst Enternasiyonal daxwaza wan ji endamtiyê pejirandiye.

Hat gotin ku asta endamtiya PYDê wek “endama şêwirmend” hatiye destnîşankirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî endama rêxistina Sosyalîst Enternasiyonal e. Li Başûrê Kurdistanê, YNKê û li Rojhilatê Kurdistanê jî PDK û Komele endamên Sosyalîst Enternasiyonal in.

Partî û tevgerên siyasî yên ku li ser rêça çepgir û sosyalîstî dimeşin, dikarin bibin endamên rêxistina Sosyaslîst Enternasiyonal.