Hindistanê 31 peyk şandin fezayê

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Lêkolînên Fezayê ya Hindistanê 31 peykên di nav de ya ku dikare dîmenên hiperspektral jî bikşîne heye şand fezayê.

 

Li gor çapemeniya Hindistanê peyka dikare dîmenên hiperspektral bikşîne jî di nav da 31 peyk ji baregeha fezayê ya bi navê Srîharîkotayê bi roketa PSLV-C43 şandin fezayê.


Hat gotin peyka dikare dîmenên hiperspektral bikşîne wê di qada çandinî û leşkerî de bê bikaranîn.


30 peykên din ên ku Hindistanê şandin fezayê peykên welatê din in.


Hindistanê par jî ji baregeha fezayê ya Srîharîkotayê 104 peykên nano şandibû.