Faris Îsa: Serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê paş neketiye

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ragihand ku serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê nehatiye paşxistin û dê di dema xwe de pêk were.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa, ji Rûdawê re ragihand ku piştî destjikarberdana Adil Ebdûlmehdî jî civînên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo gotûbêjkirina budceya 2020an a Iraqê dê berdewam bin û ti astengek bo çê nabe.

Faris Îsa derbarê serdana şanda Herêma Kurdistanê ya bo Bexdayê jî got ku di dema encamdana serdana wê şandê de ti guhertinek pêk nehatiye û sibê (01.12.2019) şanda Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê tekezî li ser wê yekê jî kir ku bi destjikarberdana Serokwezîrê Iraqê, karûbarên hikûmetê ranawestin û got, “Weke hikûmeteke karbirêker kar dê bên kirin û di vê çarçoveyê de karên amadekariya bo projeyasaya budceya 2020an a Iraqê dê bên kirin.”

Biryar e sibê 01.12.2019) şanda Herêma Kurdistanê bo gotûbêjkirina meseleyên petrol û pişka Herêma Kurdistanê di budceya 2020an a Iraqê de, serdana Bexdayê bike û li gel berpirsên Iraqê kom bûbe.

Ev serdana şanda Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku duh (29.11.2019) Serokwezîrê Iraqê bi daxuyaniyekê biryara destjikarberdana xwe ragihand.