MEREŞ - Motorsîkletê li kamyonetê xist, 2 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, motorsîkletekê li kamyonetekê xist û her 2 siwarên motorsîkletê miriN.
Motorsîkleta bêplaka ya ku A.T. diajot, li ser Bulvara Prof. Dr. Necmettîn Erbakanê ji paş ve li kamyoneta bi plakaya 46 BV 742 xist ku li kêleka rê rawestiyabû.
Di qezayê de ajokarê motorsîkletê A.T. û kesê bi navê A.C. bi giranî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyê lê her du jî mirin.