TAYBET - Amarên nû hatin: Li kampên Hol û Rojê çend kes mane?
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Ofîsa Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ragihand ku li Kampa Holê 25 hezar û 183 kes dimînin û li Kampa Rojê jî 2 hezar û 294 kes hene.
Şêxmûs Ehmed diyar kir ku hikûmeta Sûriyeyê ji bo derxistina malbatên Sûriyeyî yên li kampên Hol û Rojê nabe alîkar.
Her wiha hat eşkerekirin ku karwanekî din ê Îraqiyan dê roja duşemê (sibe) ji Kampa Holê were derxistin.
Şêxmûs Ehmed amarên dawî yên kesên ku li kampên Hol û Rojê dimînin bi Rûdawê re parve kirin.
Kampa Holê
Li gorî amaran, li Kampa Holê 25 hezar û 183 kes dimînin.
Ji van 3 hezar û 988 kes Îraqî, 14 hezar û 920 kes Sûriyeyî û 6 hezar û 284 kes jî biyanî ne.
Kampa Rojê
Li Kampa Rojê jî 2 hezar û 294 kes hene ku 55 ji wan Sûriyeyî, 75 Îraqî û 2 hezar û 167 kes jî biyanî ne.
"Ti bersiv nîne"
Şêxmûs Ehmed derbarê Sûriyeyiyên li her du kampan diyar kir ku heta niha ti planek ji bo derxistina wan nîne û got:
"Ew kes ji deverên di destê hikûmeta veguhêz de ne û di navbera me û hikûmetê de ji bo derxistina malbatên Sûriyeyî ti hevahengî nîne.
Me ji hikûmeta veguhêz xwest ku di vê mijarê de alîkar be lê ti bersiv neda."
Li aliyê din, Şêxmûs Ehmed eşkere kir ku roja duşemê karwanekî din ê Îraqiyan bi hevahengiya hikûmeta Îraqê dê ji Kampa Holê were derxistin lê hejmara wan diyar nekir.
Kampên Roj û Holê li Rojavayê Kurdistanê ne û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne.
Kampa Holê dikeve başûrrojhilatê bajarê Hisîçayê (Hesekê) yê Rojavayê Kurdistanê.
Kampa Rojê jî 10 kîlometreyan ji rojavayê bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê dûr e.