Li Êlihê bûyereke dilêş: Traktorê li zarokê 9 salî xist

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kercosê ya Êliha Bakurê Kurdistanê zarokê 9 salî yê ku traktor lê qelibî mir.

Qeza li gundê Qesirkê yê Kercosê çêbû. 

Dema ku Îsa Şîmşekê 9 salî li nav zeviyê dixebitî, traktora ku navê şofêrê wê nehat zanîn lê qelibî.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Îsa Şîmşek bir Nexweşxaneya Dewletê ya Kercosê.

Bijîşkan hewl da Îsa Şîmşek rizgar bikin lê Îsa li nexweşxaneyê wefat kir.

Tîmên tenduristiyê termê Şîmşek ji bo otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Li aliyê din, şofêrê traktorê jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.