Sirri Sakik: Li Nexweşxaneya Panosê bijîşk nînin, serma heye

Hewlêr (Rûdaw) - Sirri Sakik, bertek nîşanî xizmeta xirab a Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê da û ragihand ku nexweş ji ber sermayê sobeyên elektrîkê ji malên xwe dibin nexweşxaneyê.

Parlamenterê Agiriyê yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Sirri Sakik doh çû Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê û li ser kêmasiyên cidî yên li nexweşxaneyê vîdeoyek belav kir.

Sakik di daxuyaniya xwe de bal kişand ser pirsgirêka germkirinê ya nexweşxaneyê û nebûna bijîşkan û diyar kir ku welatî di nava şert û mercên dijwar de hewl didin xizmetê wergirin.

“Mirov nikare ji vê derê re bibêje nexweşxane”

Parlamenter Sirri Sakik got:

“Mirov nikare ji vê derê re bibêje nexweşxane.

Jûr nayên germkirin, nexweş hewl didin bi sobeyên elektrîkê yên ku ji malên xwe anîne xwe germ bikin.

Bijîşk nînin û ji ber ku hejmara wan têrê nake, welatî bêyî ku bijîşkan bibînin vedigerin malên xwe.”

Parlamenterê Agiriyê destnîşan kir ku bajarê Agiriyê yek ji wan bajaran e ku herî zêde nexweşiya penceşêrê lê tê dîtin û di rewşeke wiha de kêmasiyên fîzîkî yên nexweşxaneyê metirsiyê zêdetir dikin û wiha pê de çû:

“Nebûna şert û mercên fîzîkî hem ji bo nexweşan hem jî ji bo xebatkarên tenduristiyê dibe sedema nexweşiyên nû.

Li bajarekî ku penceşêr ew qasî zêde ye, tabloyeke wiha nayê qebûlkirin.”

“Ez dê dev ji şopandina vê rezaletê bernedim”

Sirri Sakik di dawiya axaftina xwe de hişyarî da rayedaran û soza şopandina vê mijarê da:

“Ez ji vê derê eşkere dibêjim. Heta ku welatiyên me xizmeteke tenduristiyê ya li gorî rûmeta mirovahiyê wergirin, ez dê dev ji şopandina vê rezaletê bernedim.

Li vê derê doreke bi metreyan heye. Mirov tedawî nabin.

Em behsa dewleta sosyal dikin lê felaketek heye.

Polîtîkayên cihêkariyê hene û kes nikare li vê derê tedawî bibe.

Em vê yekê red dikin. Ev gel vê yekê qebûl nake û em jî qebûl nakin.

Divê ev yek nebe qedera gelê Panosê.”