WAN - Otomobîlek ket bendavê: Mirî hene

Hewlêrê (Rûdaw) - Li navçeya Xawesorê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek ket bendavê.

Di qezayê de 2 kes mirin û kesek jî heta niha winda ye.

Li navçeya Xawesorê ya li ser rêya Wan û Colemêrgê otomobîla ku 3 kes tê de bûn ji rê derket û ket Bendava Zernekê.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFAD, UMKE, tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman ji bo rizgarkirina 3 kesên di otomobîlê de dest bi xebatan kir.

Di encama xebatan de termên 2 kesan ji bendavê hatin derxistin.

Xebatên lêgerîna li kesê sêyem jî berdewam dikin.