Wezîrê Karebayê: Divê ji bo Kormorê pergala li dijî dronan were danîn

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karebayê da zanîn ku ji sedî 75ê şiyana hilberîna gazê ya li Qada Gazê ya Kormorê vegeriyaye.

Wezîrê Karebayê yê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed diyar kir ku heta îşev rewşa karebayê dê asayî bibe.

Kemal Mihemed li Navenda Kontrola Karebayê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişa li Qada Gazê ya Kormorê ji Rûdawê re axivî û got:

''Yek ji armancên kiryara terorîstî ew bû ku Kurdistanê tarî bikin lê şikir ji Xwedê re armanca wan pêk nehat.''

Kemal Mihemed da zanîn ku armanca duyem a êrişkaran ew bû ku pirsgirêkê ji gaza malan re derxin û anî ziman:

''Em zû bi Wezareta Petrolê ya Federal re axivîn û doh hinek gazê gihîşt Herêma Kurdistanê, lewma ew armanca wan jî pêk nehat.''

Wezîrê Karebayê spasiya helwesta hikûmeta Îraqê kir û got:

''Wezareta Karebayê ya Federal jî nêzîkî 50-60 megawatt kareba da me.

Her çi qasî kêm be jî lê di warê manewî de girîng bû.''

Kemal Mihemed destnîşan kir ku niha ji sedî 75ê şiyana hilberîna gazê ya Qada Gazê ya Kormorê vegeriyaye û pêşbînî kir:

''Heta îşev dê rewş asayî bibe û Projeya Ronahiyê û karebaya 24 demjimêrî wekî xwe vegere.

Beşên din ên li nahiye û qezayan ku ne di nav Projeya Ronahiyê de ne dê para xwe ya karebayê wergirin.''

Piştî êrişê, komîteyeke ewlehiyê ya hevpar a Hewlêr û Bexdayê bi serperiştiya wezîrên karên navxwe yên Îraq û Herêma Kurdistanê çû Qada Gazê ya Kormorê.

Wezîrê Karebayê anî ziman:

''Ez hêvîdar im komîteya ewlehiyê karên xwe cidî bike û rêkarên yasayî li hemberî wan kesên ku ji yasayê derketine werin girtin û ew bigihêjin cezayê xwe.''

Kemal Mihemed tekez kir ku sûda Qada Gazê ya Kormorê ''ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê, ji bo hemû Îraqê ye'' û wiha pê de çû:

''Lewma parastina wê berpirsyariya me hemûyan e û divê pergala li dijî dronan ji bo Qadê were danîn.''

Çi bûbû?

Şeva çarşemê nêzîkî saet 11:30î êrişî Qada Gazê ya Kormorê hatibû kirin û agir bi depoyeke mezin ketibû.

Ji ber êrişê karebaya niştimanî ji sedî 80 kêm bibû.

Piştî êrişa li Qadê karebayê li Herêma Kurdistanê daketibû nêzîkî 5 saetan.

Qada Gazê ya Kormorê ku êriş lê hat kirin, çavkaniya sereke ya hilberîna karebaya Herêma Kurdistanê ye û di heman demê de çavkaniya dabînkirina gaza şil (LPG) a ji bo malan e.