Konsulê Çekyayê êrişa li Kormorê şermezar kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Konsulê nû yê Çekyayê yê Hewlêrê Lukas Gjuric qebûl kir.
Di civînê de Lukas Gjuric êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir û tekezî li ser berfirehkirina pêwendiyên aborî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Konsulê nû yê Komara Çekê (Çekya) yê Hewlêrê Lukas Gjuric re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî ji bo erkê wî yê nû pîrozbahî li Lukas Gjuric kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew amade ne ji bo serkeftina wî ya di erkê nû de piştgiriyê bidinê.
Barzanî di hevdîtinê de ji ber alîkariyên Çekyayê spasiya Gjuric kir û xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên bi Çekyayê re anî ziman.
Çekyayê êrişa li Kormorê şermezar kir
Konsulê nû yê Çekyayê yê Hewlêrê Lukas Gjuric jî di civînê de, di serî de êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir.
Gjuric kêfxweşiya xwe ya ji ber destbikarbûna li Herêma Kurdistanê anî ziman û diyar kir ku ew dê ji bo ku pêwendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de bixebite û di hemû waran de bi pêş bixe.
Gjuric bi taybetî tekezî li wê yekê kir ku divê "hevkariya di navbera her du aliyan a di warê aborî de were berfirehkirin."
Di civînê de her wiha rewşa giştî û mijarên din ên ku di berjewendiya hevbeş de ne hatin gotûbêjkirin.