Li Rihayê pevçûn: 10 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eyûbiyeyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du koman de şer derket.
Di encama şer de 10 kes birîndar bûn û 8 gumanbar jî hatin desteserkirin.
"Bi kursî û pervaneyan li hev xistin"
Bûyer li Kolana Sarayonuyê qewimî û du komên ku di navbera wan de dijminatî hebû pev çûn.
Aliyan bi kursî, pervane (vantîlator) û tiştên din êrişî hev kir.
8 kes hatin desteserkirin
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên li bajêr.
Hêzên ewlehiyê 8 gumanbarên ku tevlî pevçûnê bûne desteser kirin.