Li Bakur, Başûr û Rojhilat berf dibare
Hewlêr (Rûdaw)- Pêleke befr û baranê piraniya navçeyên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê girtiye. Li Rojavayê Kurdistanê jî, tenê baran dibare.
Li Bakurê Kurdistanê li bajarên Hekar, Wan, Bidlîs, Şirnex, Agirê, Îdir, Qaris, Erizrûm, Dêrsim û Çewlikê berfeke zêde bariye û dinya spî bûye.
Li Başûrê Kurdistanê jî, li bajarên Amêdiyê, Hacî Omran, Çiyayên Balekayetî (Soran), Mêrgesor, Çiyayên devera Barzan, çiyayên Silêmanî û Dihokê berf hatiye.
Silêmanî
Herwiha pêleke berfê bajarên Ormiye, Sine û Îlam û Kirmaşan û Loristan gelek deverên din girtiye. Ji ber berfê geşîtên asmanî yên Îlam û Sine rawestan.
Li Rojavayê Kurdistanê berf nehatiye, lê li wir piştî mehekî ji ziwabûnê, baran li Qamişlo bajarên din ên Rojava barî.