Panaroma 2018 - Bûyerên Bakurê Kurdistanê

30-12-2018
RÛDAW
Bûyerên Bakurê Kurdistanê 2018
Bûyerên Bakurê Kurdistanê 2018
Nîşan Bakurê Kurdistanê Bûyer Panaroma 2018
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bakurê Kurdistanê, yek ji wan parçeyên Kurdistanê bûye ku di sala 2018an de herî zêde bûyerên siyasî û leşkerî lê çêbûne.

 

Di nava vê salê de operasyonên girtin û binçavkirina rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), operasyonên leşkerî yên li dijî PKKê û şandina hêzên leşkerî bo ser sînorê Rojavayê Kurdistanê her berdewam bûye.


Bûyerên Bakurê Kurdistanê 2018


Çile


04/01/2018


Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ragihand ku ew nabe berbijêrê postê hevserokê partiya xwe.


Sibat


11/02/2018


HDPê bi beşdarbûna endam û alîgirên xwe, Sêyemîn Kongreya xwe li Enqerê saz kir.


Pervin Buldan û Sezai Temelli wek hevserokên HDPê hatin hilbijartin.


Adar


21/03/2018


Tora Medyayî ya Rûdawê Newroza Amedê şopand ku bi beşdariya dehan hezar kes birîve çû.


Hevserokê HDPê daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kir ku dest bi proseya aştiyê bike.


Gulan


17/05/2018


 Ji ber parêzeran du roj dereng dosya pêşkêş kirin, Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê wergirtina dosyeya komkujiya Roboskiyê red kir.


Hezîran


04/06/2018


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Amedê kir û got, di Tirkiyeya 2018ê de tiştek bi navê pirsa Kurd nîne.


Tîrmeh


08/07/2018


Di rojnameya fermî ya Tirkiyê de, girtina 7 komele û rojnameyek li Bakurê Kurdistanê hat belavkirin.


18/07/2018


AK Partî projeyasayeke cîgirê rewşa awarte pêşkêşî parlamentoyê kir.


Projeyasayê desthilata waliyan zêdetir kir.


Tebax


07/08/2018


Ji ber operasyonên Artêşa Tirkiyê yên dijî PKKê, agir bi daristanên Dêrsimê ket.


 Bi hezaran hektar daristanên Dêrsimê şewitîn.


28/08/2018


Bi armanca lêkolînên li ser şewitîna daristanan şandeke ji parlamenterên HDPê çûn Dêrsimê.


Îlon


02/08/2018


Xeta Trêna Bilez a Tirkiyê (YHT) yekem car gehişte Bakurê Kurdistanê.


Xeta trênê ji Enqerê destpê dike heta digihe Sêwasê.


Cotmeh


05/10/2018


Dozgerê Giştî yê Komara Tirkiyê ji bo rakirina parêzbendiya 12 parlamenterên HDPê doz tomar kir.


Hevseroka HDPê Pervin Buldan jî di nav de ye.


07/10/2018


Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Sêyemîn Kongreya xwe li Enqerê saz kir û Îshak Saglam wek serokê nû yê HUDA-PARê hat hilbijartin.


11/10/2018


Bi tohmeta hevkarîkirina PKKê û qeçaxçîtîkirinê, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dûrxistina 653 gundparêzan ji karên wan ragihand.


15/10/2018


Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi tohmeta hevkarîkirina PKKê 259 muxtarên gund û taxan ji karên wan dûrxistin.


Mijdar


07/11/2018


Parlamentera HDPê Leyla Guven li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir.


20/11/2018


Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê biryar da Demirtaş were azadkirin û ragihand ku mana Demirtaş di zîndanê de ne yasayî ye.


22/11/2018


Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 6 kampên penaberên Sûrî yên li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê girtin.


28/11/2018


Di sêyemîn salvegera kuştina serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî de, çendîn çalakî hatin kirin.


Kanûn


04/12/2018


10 parlamenterên HDPê bi armanca piştgirîkirina Leyla Guven bo du rojan li parlamentoyê dest bi greva birçîbûnê kirin.


04/12/2018


2emîn Daîreya Ceza ya Dadgehên Edliyeya Herêmî ya Stenbolê cezayê 4 sal û 8 meh yê derbarê Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş de pesend kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst