Li Bedlîsê 37 koçberên Efxanî hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê di minubûsekê de 37 koçberên Efxanî hatin desteserkirin.

Li gor daxyaniya ku îro Pêncşemê 30ê Kanûna 2021ê  ji aliyê Walîtiya Bedlîsê ve hatiye belavkirin, tîmên ser bi Fermandariya Cendermeyan a wê parêzgehê, li ser rêya Bedlîs-Hawêl hewl dan minîbusekê rawestînin. Lê şofêr ranewestiya.

Piştî vê yekê tîmên cendermeyan teqe li tekerên minubûsê kirin û şofêr neçar ma ku minûbûsê rawestîne.

Di encama pişkinînên di nav minûbûsê de 37 koçberên Efxanî hatin destserkirin, ku bi awayekî ne fermî li ser sînor derbas bûne û gihiştine Bedlîsê.