Li Bedlîsê 3 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, hemû çalakiyên bêyî destûra parêzgariyê an jî qaymeqamtiyan 3 rojan qedexe ne.
Parêzgariya Bedlîsê li ser qedexeya çalakiyan daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê ji demjimêr 00.01ê roja Şemiyê 30ê Kanûna Pêşîna 2023yan heta demjimêr 23.59ê 1ê Kanûna Paşîna 2024an 3 rojan hemû çalakiyên wekî xwepêşandan, konser, şano, meş, grev, vedana kon û standan û hemû çalakiyên wiha yên li wê parêzgehê qedexe ne û dê bi destûra parêzgarî, qeymeqamtî, yan jî aliyên pêwendîdar ên parêzgehê bên sazkirin, eger ew alî rê nedin çalakiyan bi ti awayî nayên kirin.
Li gorî biryarê eger sazî yan kesek bixwaze çalakiyên ku li jor hatine diyarkirin li Bedlîsê saz bike, divê 48 demjimêran berî çalakiyê agahiyê bide aliyên pêwendîdar.
Herwiha derbarê cih, dem, dîrok, dema destpêkirin û bi dawîbûnê û naveroka bernameyê zanyariyan berfireh bide wan.