Parêzgarê Hewlêrê hişyarî da Şamê: Bêyî Alaya Kurdistanê em destûrê nadin

Hewlêr (Rûdaw) - Şamê ji bo pêşangeha li Hewlêrê afîşek amade kir, rayêdarên Herêma Kurdistanê nerazîbûn nîşan da.

Nebûna Ala Kurdistanê di afîşa danasîna pêşangeha berhemên Sûriyeyê de ku dê meha bê li Hewlêrê were lidarxistin, bû sedema nerazîbûna rayedarên Herêma Kurdistanê.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw destnîşan kir ku nebûna Ala Kurdistanê nayê qebûlkirin û tekez kir ku divê afîş were sererastkirin.

Saziya Giştî ya Pêşangehên Navneteweyî ya Şamê, ji bo pêşangeha berhemên Sûriyeyê ku dê meha bê li Hewlêrê vebe, li ser medyaya civakî dest bi kampanyaya danasînê kir.

Lê belê di afîşa ku hat amadekirin de, tê dîtin ku li ser Kelhaa Hewlêrê ya dîrokî alayên Îraq û Sûriyeyê hatine daliqandin lê cih nedane Alaya Kurdistanê.

Ev yek di nav raya giştî û navendên fermî de bû sedema nerazîbûnê.

Pêşangeh dê li Hewlêrê were lidarxistin

Li gorî daxuyaniya Saziya Giştî ya Pêşangehên Navneteweyî ya Şamê ya li ser hesabê Facebookê, "Pêşangeha Niştimanî ya Berhemên Sûriyeyê" dê di bin çavdêriya odeyên pîşesaziyê yên Şam û Helebê de di navbera 23 û 26ê Kanûna Paşîn a 2026an de li Hewlêrê were lidarxistin.

Saziyê bangî şirket û karsazên Sûriyeyê kir ku beşdarî vê organîzasyona mezin a li Hewlêrê bibin.

"Bêyî Alaya Kurdistanê em destûrê nadin"

Serokê Desteya Hilberînê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî li ser nebûna Alaya Kurdistanê di wêneya danasînê de ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku nebûna alayê kêmasiyek e.

Mihemed Şukrî got, "Em destûrê nadin ku Alaya Kurdistanê di wêneya danasînê de cih negire.

Em dê bi wan re biaxivin û ji wan re ragihînin ku divê Alaya Kurdistanê li afîşê zêde bikin."

Daxuyaniyeke tund a li ser mijarê ji Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî hat.

Umêd Xoşnaw diyar kir ku cihnedana sembolên fermî yên Herêma Kurdistanê di dîmenên danasînê de bi ti awayî nayê qebûlkirin û got:

"Em teqez destûrê nadin ku Alaya Kurdistanê di vî dîmenî de cih negire.

Divê Alaya Kurdistanê li wê derê were zêdekirin."

Çavkaniyên xwecihî yên li Hewlêrê diyar dikin ku tê çaverêkirin organîzatorên pêşangehê hestiyariyên Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin û materyalên danasînê nû bikin.