HSDyê li Bendava Tişrînê bersiva êrişên dronan da

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wan li derdora Bendava Tişrînê bersiva êrişên dronên xwekuj ên komên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê daye.

Navenda Ragihandinê ya HSD di daxuyaniyekê de eşkere kir ku komên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikûmeta Sûriyeyê li derdora Bendava Tişrînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişî wan kiriye.

"Bi dronên xwekuj êriş kirin"

Di daxuyaniya HSDyê de wiha hat gotin, “Komên bi navê 'Sultan Murad', 'Sultan Silêman Şah (Emşat)' û 'Hemzat' ên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikûmeta Şamê, îro demjimêr 11:00an bi 2 dronên xwekuj êrişî avahiya derdora Bendava Tişrînê kir."

HSDyê diyar kir ku di vê êrişê de ti şervanên wan birîndar nebûne.

Hat diyarkirin ku heman koman demjimêr 16:00an jî bi 2 dronên xwekuj Girê Seyriatelê yê li derdora Bendava Tişrînê kiriye hedef lê di vê êrişê de jî ti zererên canî çênebûne.

HSDyê bersiv da

HSDyê ragihand ku wan di çarçoveya parastina rewa de demildest bersiv daye cihê ku dron jê hatine şandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hêzên me wesayîteke leşkerî ya cureya Toyota û xaleke leşkerî ya van koman topbaran kirin û di encamê de endamên wan koman birîndar bûn."