Li Çiyayê Cûdiyê 800 kîlo xwarin ji bo ajelan hat danîn

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Silopiyayê ya Berêderya ji bo ajelên kovî li Çiyayê Cûdiyê 800 kîlo xwarin danîn ser berfê xwarin danîn ser berfê.

Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê, endamên Komeleya Silopiyayê ya Berêderya ji bo ajelên kovî yên ku ji ber berfa zêde nikarin xwarinê peyda bikin xebatek da destpêkirin.

Zivistanê li herêmên çiyayî yên Şirnexê bi hemû giraniya xwe dest pê kiriye.

Berfa ku van rojan dibare, rûyê erdê bi temamî girtiye û bûye sedem ku ajelên kovî û teyr û tilûr di peydakirina xwarinê de zehmetiyê bikşînin.

Komeleya Silopiyayê ya Berêderya ji bo ku ev ajel birçî nemînin îro berê xwe da gundên Fêrga, Bêspin, Germgê û Xinisê yên li quntara Çiyayê Cûdiyê.

Endaman li van deveran bi qasî 800 kîlo garis, genim û nan li ser berfê danîn.

Di dîmenên ku taybet ji Rûdawê re hatine şandin de tê dîtin ku endamên komeleyê li cihên cuda ji bo ajelan xwarinê li ser berfê direşînin.

Endamên komeleyê piştî çalakiyê daxuyaniyek da û bal kişand ser berpirsyariya li hemberî xwezayê.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Zivistan ji bo ajelên kovî dema herî dijwar e. Ev zindewerên ku ji bo gihîştina xwarinê zehmetiyê dikişînin, bi bêdengî şerê jiyanê didin.

Em wekî komele ne tenê li ser mirovan, bala xwe didin ser hemû zindeweran.

Her êmê ku me îro li xwezayê hiştiye, nîşaneya dilovanî û piştevaniya xwezayê ye."

“Eger xweza hebe jiyan dê hebe”

Komeleyê bangî civakê kir ku li hemberî jiyana kovî hestiyar bin û got, "Em wekî komele li kêleka jiyana kovî ne. Ji ber em dizanin ku eger xweza hebe, jiyan dê hebe."

Komeleyê bangî xelkê kir

Yek ji endamên Komeleyê Alî Kartal jî bi rêya Rûdawê bangî xelkê kir ku li hemberî xwezayê hestiyar bin.

Alî Kartal xwest ku welatî li deverên xwe destpêşxeriyên bi vî rengî bidin destpêkirin da ku ajel di vê sir û sermaya zivistanê de birçî nemînin.

Komeleya Silopiyayê ya Berêderya nêzîkî mehekê ye hatiye avakirin û li navçeyê çalakiyên xwezayî, çandî, perwerde û mirovî dikin.