Li Sineyê rewş krîtîk e: Rêya 400 gundan hat girtin, elektrîk tune
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku ji ber berfa zêde û bagerê rêyên 400 gundên parêzgehê hatine girtin û elektrîka 300 gundan jî qut bûye.
Qeymeqamê Sineyê jî hişyarî da ku hemû rêyên sereke yên ku diçin navenda bajêr hatine girtin.
Komîsyona Kontrolkirina Krîzan a Parêzgeha Sineyê, şeva duşemê bi serokatiya Parêzgar Arêş Lihonî civiya da ku rewşa rê, cade û elektrîka gundan piştî berfbarîna dawî binirxîne.
Parêzgarê Sineyê Arêş Lihonî di civînê de eşkere kir ku li seranserê parêzgehê rêya 400 gundan hatiye girtin.
Lihonî diyar kir ku ji ber şert û mercên dijwar ên hewayê elektrîka nêzîkî 300 gundan qut bûye û tora telefon û înternetê ya 91 gundan jî nemaye.
"Rewşa parêzgehê krîtîk e"
Arêş Lihonî rewşa parêzgeha Sineyê wekî "krîtîk" bi nav kir û destnîşan kir ku karê sereke û yê pêşîn ê tîmên rê û hawarçûnê, rizgarkirina wan kesan e ku ji ber berf û bagerê di rêyan de asê mane.
Parêzgarê Sineyê da zanîn ku tîmên rê û cadeyan bi hemû şiyana xwe mijûlî vekirina rêyan in û got:
"Piştî vekirina rêyên sereke, dê dest bi paqijkirina berfê û vekirina rêyên gundan bikin.
Piştî vekirina rêyan jî divê pirsgirêka elektrîkê were çareserkirin."
Lihonî daxwaz ji sektora taybet jî kir ku ji bo derbaskirina vê rewşê alîkariya saziyên fermî bikin û tekez kir ku eger pêwîst bike dê daxwaza alîkariyê ji parêzgehên din bikin.
Her wiha hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê li ser rêya di navbera Seqiz û Tîkabê de alîkariya wan kesan kiriye ku ji ber berfê asê mabûn.
Hemû rêyên ku diçin Sineyê hatine girtin
Li aliyê din, Qeymeqamê Sineyê Secad Xerîb jî derbarê rewşa rêyên sereke zanyarî dan.
Secad Xerîb ragihand ku hemû rêyên ku diçin bajarê Sineyê hatine girtin û got:
"Rêyên Selawatabad-Dêwulan, Sine-Kamyaran, Merîwan-Sine û Baqirabad-Husênabad ji ber berf û bagerê hatine girtin."
Ji roja şemiyê ve pêleke hewaya sar û berfê Rojhilatê Kurdistanê girtiye û li gorî Saziya Keşnasiyê ya Îranê, ev rewş dê heta roja çarşemê berdewam bike.