Li Bakurê Kurdistanê zivistan dijwar e: Rêyên bi sedan gundan hatine girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Sêrt, Êlih, Şirnex, Xarpêt û Çewlîgê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berf û bagerê rêyên 746 gund û gundikan hatine girtin.
Li gorî agahiyên Birêvebiriya Tîmên Rêyên Bejahî ya Xarpêtê, ji ber berf û bagerê li navend û navçeyan rêyên 133 gund û gundikan hatine girtin.
Tîm li bajêr ji bo vekirina rêyên 88 gundan xebatên xwe didomînin.
Sêrt
Li Sêrtê jî ji ber berfê rêyên 221 gundan hatine girtin.
Li gorî agahiyên Birêvebiriya Tîmên Rêyên Bejahî ya Sêrtê navend û navçeyan rêyên 221 gundan hatine girtin.
Hat zanîn ku xebatên tîman ên vekirina rêyan didomin.
Êlih
Li gorî agahiyên Birêvebiriya Tîmên Rêyên Bejahî ya Êlihê li navend û navçeyan rêyên 312 gund û gundikan hatine girtin.
Tîm taybet yên bajêr û Şaredariya Êlihê ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.
Şirnex
Li Şirnexê berfa ku doh dest pê kiribû îro jî bandora xwe domand.
Li navenda bajêr qalindiya berfê gihîşt 25 santîmetreyan û li cihên bilind jî 35 santîmetre derbas kir.
Ji ber berf û bagerê li navend û navçeyên parêzgehê rêyên 23 gund û gundikan hatine girtin.
Birêvebiriya Tîmên Rêyên Bejahî ya Şirnexê û ji bo vekirina 23 rêyên girtî xebat da destpêkirin.
Tîmên şaredariyê jî li navenda bajêr li dijî qeşaketinê xebatan didomînin
Çewlîg
Li Çewlîgê jî ji ber berfê rêyên 75 gundan hatine girtin.
Birêvebiriya Tîmên Rêyên Bejahî ya Çewligê ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomîne.