Sîhanok Dîbo: Peymana 10ê Adarê rê li ber şerê navxweyî girt

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Kendavê Sîhanok Dîbo di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re behsa paşeroja Peymana 10ê Adarê, nêrîna wan a ji bo Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û mijara pereyê nû kir.

Sîhanok Dîbo diyar kir ku divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî "yek blok" tevlî artêşa Sûriyeyê bibe, ne bi awayekî ferdî.

Dîbo derbarê pereyê nû yê Sûriyeyê da zanîn ku Rêveberiya Xweser dê "boykot neke" lê ev gav wekî gaveke "serwerî" ya yekalî nirxand ku rengvedana cihêrengiya Sûriyeyê nîne û got:

"Em bawer dikin ku pereyê niha dê were bikaranîn lê dê bibe sedema pirsgirêkan.

Wekî pêngaveke serwerî, dibe ku di demeke guncav de were sererastkirin."

Dîbo Peymana 10ê Adarê wekî "pêngaveke pêşwext ji bo rêlibergirtina li kaoseke mezin li Sûriye û herêmê" pênase kir û diyar kir ku vê rêkeftinê "derî li ber şerê navxweyî girtiye."

Dîbo îhtimala dirêjkirina peymanê dûr nedît û got, "Em bawer dikin, dibe ku ev rêkeftin çend roj an mehan were dirêjkirin."

Nûnerê Rêveberiya Xweser eşkere kir ku li ser pêkhateya leşkerî ya paşerojê lihevkirin heye û anî ziman:

"Nêrîna me ew e ku HSD bibe sê firqe li gorî sê herêman: Cizîr, Reqa û Dêrezor.

Her wiha lîwayek ji bo Parêzvanên Niştimanî û lîwayek jî ji bo Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ)."

Wî tekez kir ku "tevlîbûna HSDyê ya artêşa Sûriyeyê divê wekî yek blok be, ne bi awayekî ferdî an jî bi awayekî ku rola HSDyê ya pêwîst tune bike."

Dîbo li ser şêweyê dewleta Sûriyeyê got:

"Şêweya herî baş a nenavendîtiyê ji bo Sûriyeyê ew e ku tecrubeyên cîranan li ber çavan bigire."

Wî amaje bi tecrubeya federal a Îraqê û nenavendîtiya siyasî ya Îmaratê kir û pêşniyar kir:

"Sûriye dewleteke niştimanî ya yekgirtî û nenavendî be bi şêweyê birêvebiriyên xweser: Birêvebiriyeke Xweser li bakur û rojhilat, yek li başûr û yek jî li beravê."

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Kendavê Sîhanok Dîbo pirsên Edîtorê Beşa Erebî yê Rûdawê Mihemed Îsa bersivandin:

Rûdaw: Werin em bi daxuyaniya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a sersalê dest pê bikin. Wî pesnê Peymana 10ê Adarê da û banga "tevlîbûna demokratîk" kir. Hûn vê bangê çawa şîrove dikin? Gelo dê bandorê li dan û standinên HSD û Şamê bike?

Sîhanok Dîbo: Bi dîtina me, peyama Birêz Ocalan û nêzîkatiya wî ya ji bo çareseriya demokratîk a krîza Sûriyeyê, bandoreke erênî li pêşxistina çareseriya siyasî dike. Em wê erênî û di dema xwe de dibînin. Tevlîbûna demokratîk nayê wateya helandinê û di heman demê de li dijî parçebûnê ye. Ev tê wateya tekezkirina li ser nenavendîtiyê mîna Rêveberiya Xweser. Em vê yekê wekî nêzîkatiyeke berpirsyar dibînin û em ê bi çavekî berpirsyar lê binêrin.

Rûdaw: Wateya "Tevlîbûna Demokratîk" çi ye? Gelo tê wateya cureyekî nenavendîtiyê ku HSD daxwaz dike?

Sîhanok Dîbo: Tevlîbûna demokratîk tê wateya berevajîkirina her tiştê ku nîşana bidawîkirina rewşa îdarî û zanistî ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) ye ku bi Rêveberiya Xweser tê temsîlkirin. Tevlîbûna demokratîk tê wateya yekparçemana Sûriyeyê û dûrxistina metirsiya şerê navxweyî an parçebûnê. Di heman demê de tê wateya parastina asta herî bilind a serxwebûnê û misogerkirina rêvebirina gel a xwe bi xwe li herêmên Sûriyeyê. Her wiha tevlîbûn tekez dike ku çareserkirina pirsgirêkên neteweyî, etnîkî, mezhebî û olî li Sûriyeyê bi modela Rêveberiya Xweser pêkan e. Tevlîbûna demokratîk bê guman tê wateya Sûriyeyeke federal, nenavendî û demokratîk ku cihêrengiyê li ber çavan digire.

Rûdaw: Beriya ku em bikevin nav hûrgiliyên Peymana 10ê Adarê; hikûmeta Sûriyeyê doh pereyê nû ragihand. Gelo Rêveberiya Xweser dê li herêmên xwe bi vî pereyî kar bike, bi taybetî ku şaxên Banka Navendî niha li wir kar nakin?

Sîhanok Dîbo: Derbarê pereyê ku doh hat derxistin, ev pêngaveke nû ye ku hikûmeta demkî bêyî beşdariya rasteqîn a hemû gelê Sûriyeyê avêtiye. Pereyê ku doh hat belavkirin, di rastiyê de îradeya cihêrengiya Sûriyeyê û cewherê serweriya Sûriyeyê nîşan nade. Her pêngavek li ser asta nasnameya dîtbarî an pereyê Sûriyeyê em wekî pêngaveke serwerî dibînin û divê îradeya civaka Sûriyeyê nîşan bide. Bê guman dê neyê boykotkirin lê em bawer dikin ku dê paşê were sererastkirin.

Rûdaw: Gelo ev yek dê girêdayî dan û standinên HSD û Şamê be?

Sîhanok Dîbo: Dê ji ber bikaranînê bibe asteng. Hûn dizanin ku li gelek herêmên Sûriyeyê yên ku li derveyî kontrola rejîma berê bûn, mîna Îdlib û Efrînê, pereyê Sûriyeyê nedihat bikaranîn. Lê em di Rêveberiya Xweser de her tim cudahiyê dixin navbera pêngava serwerî û pêngava têkildarî çareseriya Sûriyeyê. Em bawer dikin ku pereyê niha dê were bikaranîn lê dê bibe sedema pirsgirêkan. Wekî pêngaveke serwerî, dibe ku di demeke guncav de were sererastkirin, ev jî li gorî rêkeftin û nûnertiya hemû aliyên Sûriyeyê di proseya siyasî de ye.

Rûdaw: Şam we bi "derengxistina sîstematîk" a bicihanîna rêkeftina Adarê tohmetbar dike û hûn jî wan tohmetbar dikin ku pêngavên cidî navêjin. Astengiyên sereke çi ne?

Sîhanok Dîbo: Di rastiyê de, dema Peymana 10ê Adarê hat îmzekirin, ev ji aliyê me ve nêzîkatiyeke niştimanî ya saf bû. Ti aliyekî derve destwerdan di biryara me de nekir. Peymana 10ê Adarê pêngaveke pêşwext bû ji bo rêlibergirtina li kaoseke mezin li Sûriye û herêmê û me derî li ber şerê navxweyî girt. Lê astengiyên navxweyî hene, mîna pêngavên yekalî yên hikûmeta demkî; wekî lidarxistina kongreya niştimanî ya Sûriyeyê ku gelek Sûriyeyî nehatibûn vexwendin. Her wiha ragihandina destûrî ku tenê nêrîneke teng nîşan dide. Ji bilî van, hinek komên ser bi hikûmeta demkî ve hene ku bi rêkeftinê qanih nebûne. Em vê yekê di şer û pevçûnên li Eşrefiye, Şêx Meqsûd, Dêrezor û Tebqayê de dibînin. Her wiha destwerdana herêmî û navneteweyî jî heye. Hinek alî, bi taybetî Tirkiye, ji benda duyem a rêkeftinê ya têkildarî çareseriya Pirsgirêka Kurdan nerazî ne.

Rûdaw: Ji axaftina we diyar e ku astengî zêde ne. Gelo bi dîtina we dê ev rêkeftin heta Adara bê were dirêjkirin an ji bo demeke dirêjtir?

Sîhanok Dîbo: Em nizanin çavkaniya dema diyarkirî çi ye. Xalên rêkeftinê diyar in. Di xala heştem de tê gotin ku her du alî dê "bixebitin û hewl bidin" ku bi rêya komîteyan vê rêkeftinê heta dawiya salê bi dawî bikin. "Hewl didin" ne "pêbend in". Lê li gorî rewşa niha, em bawer dikin ku dibe ev rêkeftin çend roj an mehan were dirêjkirin. Hîn hinek komîte nehatine avakirin. Berevajî, em dibînin ku bal zêdetir li ser mijara parastin û ewlehiyê ye.

Rûdaw: Serdana General Mezlûm Ebdî ya ji bo Şamê hatibû plankirin lê hat bipaşxistin. Sedem çi bûn?

Sîhanok Dîbo: Ji aliyê Rêveberiya Xweser û HSDyê ve, bipaşxistina serdana General Mezlûm Ebdî û şandeya dan û standinan, gaveke teknîkî ya saf e û pêwendiya wê bi bûyerên xwecihî ve nîne.

Rûdaw: Gelo serdaneke nêzîk heye?

Sîhanok Dîbo: Em bawer dikin ku serdana Şamê dê di rojên pêş de pêk were.

Rûdaw: Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand ku bersiva HSDyê ya li ser pêşniyara Wezareta Parastinê gihiştiye wan. Naveroka bersiva HSDyê çi ye? Gelo wekî tê gotin sê firqe ne?

Sîhanok Dîbo: HSD nermbûneke mezin û nêzîkatiyeke niştimanî ya berpirsyar nîşan dide. Li ser encaman lihevkirin heye; HSD dê bibe sê firqe li gorî sê herêman: Cizîr, Reqa û Dêrezor. Her wiha lîwayek ji bo Pasevanên Niştimanî û lîwayek jî ji bo Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ). Ev hemû di çarçoveya pêşniyara HSDyê de ne bi garantoya aliyê Amerîkî. Asayîş dê girêdayî Wezareta Navxwe be û HSD dê di nav Wezareta Parastinê de be. Lê divê nûnertiya HSDyê ya bi bandor di wezaretan û Sererkaniyê de hebe. Her wiha tevlîbûna HSDyê divê wekî "yek blok" be, ne bi awayekî ferdî an jî bi awayekî ku rola HSDyê ya pêwîst tune bike.

Rûdaw: HSD dixwaze wekî blok tevlî bibe. Tê gotin ku navên efser û fermandarên HSDyê ji bo postên Wezareta Parastinê hatine şandin. Ev rast e?

Sîhanok Dîbo: HSDyê beriya demekê ragihandibû ku 70 nav pêşkêş kirine da ku postên Wezareta Parastinê û Sererkaniyê werbigirin.

Rûdaw: Gelo navê General Mezlûm Ebdî jî di nav de ye?

Sîhanok Dîbo: Hemû hûrgilî dê di dema xwe de werin eşkerekirin.

Rûdaw: Şam piştgiriya nenavendîtiya îdarî dike, hûn piştgiriya nenavendîtiya îdarî ya berfireh dikin. Helwesta we çi ye?

Sîhanok Dîbo: HSDyê ranegihandiye ku dê pêbendî nenavendîtiyeke diyarkirî be. Bi dîtina me, baştirîn şêweyê nenavendîtiyê ji bo Sûriyeyê ew e ku ezmûnên cîranan li ber çavan bigire. Tecrubeya federal a Îraqê gelekî girîng e, her wiha modela Îmaratê ya nenavendîtiya siyasî. Em bawer dikin ku baştirîn nenavendîtî, nenavendîtiya demokratîk e mîna Rêveberiya Xweser; wate Sûriye dewleteke niştimanî ya yekgirtî û nenavendî be bi şêweyê birêvebiriyên xweser: Birêvebiriyeke xweser li bakur û rojhilat, yek li başûr û yek jî li peravê.

Rûdaw: Gelo nakokiya li ser navendîtî û nenavendîtiyê dikare bibe sedema şer?

Sîhanok Dîbo: Ev vebijêrk dûr e. Tiştê li Eşrefiye û Şêx Meqsûd diqewime peyamên aliyên herêmî ne ("dan û standina di bin agir de"). Vebijêrka şerê berfireh di hesabên me de nîne. Her êrişek dê bersiva wê hebe lê ku HSD êriş bike, ev çênebûye û çênabe.

Rûdaw: Tohmet hene ku HSD piştgiriyê dide hêzên li Siwêdayê an bi Îsraîlê re hevahengiyê dike. Bersiva we çi ye?

Sîhanok Dîbo: Yên ku van tohmetan dikin, xwe dixin nav nakokiyeke mezin. Ne şert û mercên cografî û ne jî yên teknîkî rê didin vê yekê. Ev helwestên neberpirsyar in û armanca wan têkbirina Peymana 10ê Adarê ye.

Rûdaw: Helwesta welatên Kendavê li ser Rêveberiya Xweser çi ye?

Sîhanok Dîbo: Me nebihîstiye ku ew destwerdanê di şêweyê nenavendîtiyê de bikin. Lê ew piştgiriyê didin Peymana 10ê Adarê û dibînin ku berdewamiya diyalogê ji bo hemû pêkhateyan girîng e. Ew bi çavekî rêzê li rola HSD û YPJyê ya di têkoşîna li dijî terorê de dinêrin.

Rûdaw: Pirsa dawî li ser şandeya Kurdî ya hevbeş e. Gelo hatiye piştguhkirin?

Sîhanok Dîbo: Hikûmeta demkî hewl dide Peymana 10ê Adarê tenê di xala leşkerî de sînordar bike. Xalên din jî girîng in, mîna xala duyem a çareserkirina Pirsgirêka Kurdan. Şandeya Kurdî ya ku ji kongreya 26ê Nîsanê derketiye berpirsyarê vê xalê ye. Hikûmeta demkî hewl dide vê mijarê paş bixe lê dê israra Kurdan hebe. Çareseriya Pirsgirêka Kurdan beşeke sereke ya rêkeftinê ye. Dibe ku pêngava piştî çareserkirina dosyeya leşkerî û ewlehiyê, serdana şandeya Kurdî be.