Li Amed, Mêrdîn û Şirnexê gelek seferên balafiran hatin betalkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Amed, Mêrdîn û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berf û şert û mercên xirab ên hewayê gelek seferên asmanî hatin betalkirin.
Pêla berfbarînê ya ku ev çend roj in bandora xwe li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê nîşan dide, jiyana rojane û veguhestinê zehmet kiriye.
Li gel berfê, mij û seqemeke zêde jî li herêmê serdest e.
Bi dehan sefer hatin betalkirin
Îro li balafirgehên Amed, Mêrdîn û Şirnexê ji ber mijê dîtin kêm bû, şertên hewayê rê neda ku balafir dakevin û rabin.
Li gorî agahiyan, li van her sê parêzgehan bi dehan geştên asmanî hatine betalkirin.
Rayedarên balafirgehan û şirketên geştêna asmanî diyar kir ku wan ji bo ewlehiya rêwiyan ev biryar daye.
Hat ragihandin ku dê li gorî rewşa hewayê planeke nû ji bo geştên betalkirî were amadekirin û rêwî bên agahdarkirin.
Rêyên gundan hatin girtin
Li aliyê din rewşa hewayê ne tenê li asmanan her wiha li ser erdê jî bû sedema astengiyan.
Ji ber berfa ku bê navber dibare, li gelek dever û gundên herêmê rê hatin girtin.
Tîmên şaredariyê û îdareyên taybet ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin lê ji ber bager û sermaya zêde xebat bi zehmetî dimeşin.
Meteorolojiyê hişyarî da xelkê ku ji ber berdewamiya berf û cemedê, heta neçar nebin dernekevin ser rêyan û tedbîrên xwe bistînin.