Pêşmergeyekî Şoreşa Îlonê mala xwe kiriye arşîva wêneyên Îdrîs Barzanî
Soran (Rûdaw) – Îro salvegera koça dawî ya Îdrîs Mistefa Barzanî ye, ku 32 sal berê di 31ê Çileya 1987an de koça dawî kir.
Pêşmergeyekî ku 6 sal li serê çiya karê wî gihandina name û telgrafan bûye bo Îdrîs Barzanî, niha li Gelale li heman wê odeya Pêşmerge ye ku di serdema şoreşa Îlonê de baregeha Îdrîs Barzanî bû.
Husên Çope mala xwe kiriye pêşangeha wêneyên Îdrîs Barzanî. Niha hejmara wêneyên daliqandî, 32 wêne ye. Ji ber ku her sal di bîranîna koça dawî ya Îdrîs Barzanî de wêneyeke wî li ser dîwara odeyê dadileqîne.
Husên Çope dibêje: “Ji ber ku ez li devera Balek bûm, peyam û telgraf dihatin min û diviyabû ez wan bigihînim Îdrîs Barzanî. Ew her li kuderê bû ez diçûm. Gelek caran nêzîkî hefteyek bi peyatî dimeşiyam ji bo gihandina name û telgrafan.”
Husên Ehmed Çope di sala 1961an de jidayîk bûye. Di sala 1982an de bûye Pêşmerge. Berhevkirina wêne û arşîv, Husên kiriye xwedî bi dehan spasî û pêzanîn.
Li ser kesayeta Îdrîs Barzanî, Husên Çope dibêje: “Kesekî dilovan bû, ji pêşmergeyan hez dikir û xwe ji me cuda nedikir, bi mehan li cem me dima.”
Husên niştecihê Qesra Balekayetî ye û li Gelale pêşmergetiya xwe didomîne, di heman wê odeyê de ku di serdema Şoreşa Îlonê de odeya Îdrîs Barzanî bû.