Hewlêr (Rûdaw) – Profesorên du zanîngehan lêkolînê li ser kuçikên navçeya Pişder a Silêmaniyê dikin. Kuçikê Pişder li gor kuçikên din jîrtir, bihêztir in û navê xwe ji herêma ku li wê derê zêde bûne ji navçeya Pişderê wergirtine.
Du profesorên li Zanîngeha Silêmanî û Zanîngeha Selahadînê mamosta ne, li ser xebatên bawernameya xwendekarekî doktorayê derbarê DNA Kuçikên Pişderê de dest bi lêkolînan kirin û dixwazin vî coreyê segê Kurdî li cîhanê bidin nasîn. Kuçikê Pişder yek ji kuçikên ciyawaz ên cîhanê ne.
Kuçikê Pişder ku wek segên şivanan jî têne naskirin, niha li malan jî tên xwedîkirin. Li navçeya Pişder bihayê segê xwemalî eger baş û mezin be heta 25 hezar dolarî jî tê firotin. Herwiha ji gelek welatan mişteriyên Kuçikên Pişder hene.

Li ser DNA wan lêkolîn tê kirin
Mamosteyê li Zanîngeha Silêmaniyê Prof.Dr. Behçet Tayfur derbarê Kuçikên Pişder de wiha got: “Bê guman Kuçikên Pişder ên orjînal bi eslê xwe ji Kurdistanê ne. Kedîkirina kuçikên Pişder li Kurdistanê vedigere berî 3 hezar salan. Heta ku li nexşeyên ji heyama Asuriyan mane wêneyên wan hene.”
Kedîkirina kuçikên Pişder wek malbat nêzîk kuçikên Kangal ên Sêwaz û yên li Îraêş Hawşar in. Coreyê wan gelek nêzîk hev in.
Prof Dr. Tayfur derbarê vê mijarê de dibêje: “Berî Tirk werin Anatoliyayê ev coreya kuçikan li Kurdistanê hebûn. Dibe ku nêzîkbûna wan ligel coreyê Kangalan hebe, lê Pişder ji Hawşar û Kangalan zexmtir û mezintir in. Serê wan naşibe hev. Em dixwazin lêkolînê li ser DNA wan bikin û wan wek coreyek cîhanî tomar bikin.”
Kuçikên Pişder bala kesên biyanî jî kişandiye li ser xwe. Tê zanîn ku di sala 2003yê de piştî rûxandina rejîma Sedam, hinek leşkerên ji Amerîka û Awustralyayê hatine Kurdistanê û dema vedigerin ligel xwe çend kuçikên Pişder jî dibin.
Kuçikên Pişder ji hewaya germ zêdetir hez hawaya sar û tîngerm dikin. Rengê wan piranî nêzîk zer e, lê rengê wan ên boz û qehweyî jî hene.

Prof. Dr. Behçet Tayfur derbarê vê yekê de got: “Piraniya wan zer e, lewma em dikarin bibêjin orjînalê wan jî zer e.”
Mamosteyê li Zanîngeha Selahadîn Prof. Dr. Yûsîf Berzencî ku heta niha li ser zêdeyî 33 ajelan lêkolînên berfireh kirine dibêje: “Lê gor encamên lêkolîna me, diyar dibe ku ew Pişder bi eslê xwe coreyek ji kuçikên Kurdî ne.”
Prof. Dr. Yûsîf Berzencî da zanîn ku heta li ser zêdeyî 100 kuçikan lêkolîn kirine û temenê wan di navbera 11 salan de tê guhertin û got ku wan DNA kuçikên Pişder ji bo lêkolînê şandine Koreya Başûr.
Berzencî da xuyakirin ku ew dê encamên ku derbikevin bidin ber coreyên din ên kuçikan û got: “Eger bê piştrastkirin ku ew coreyek ciyawaz in, em dê wan bi navê Pişder an jî Kuçikê Kurdistanê bi fermi tomar bikin.”

Nirxê Kuçikê Pişder 25 hezar dolar e
Cotkarê bi navê Feqe Mihemed ku xwediyê 12 Kuçikê Pişder e, dibêje ew ne ji bazîrganiyê wan kuçikan xwedî dike, lê ji bo şivantî û pasavaniyê xwedî dike.
Feqe Mihemed da zanîn ku li ser medyaya civakî Kuçikê Pişder tên nasandin û gelke bikirrên wan hene û wiha pê de çû: “Cewriyek Pişder hezar heta 4 hezar dolaran tê firotin. Eger baş û mezin be heta 25 hezar dolarî jî tê firotin.”
Di nava sale de Kuçikên Pişder du caran dizên û her care eger baş bêne guhdarkirin heta 18 cewrikan tînin dine.

Taybetmendiyê Kuçikê Pişder
Ji piraniya kuçikan jîrtir, bihêztir in û herwiha zûtir têne perwedekirin. Singê wan derdora 22 cm fireh e, 70 cm heta 88 cm bilind in. Nêzîkî 100 kiloyan e. Taybetmendiya wan a herî girîng jî zêde girêdayî xwediyê xwe ne.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse