Xelkê Dêrsimê ji bo Kobaniyê meşiya: Deriyê Murşîtpinarê vekin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, di meha pîroz a Xizirê de ji bo şermezarkirina êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê meşeke girseyî hat lidarxistin.

Di çalakiyê de daxwaz hat kirin ku deriyê sînorî yê Murşîtpinarê yê li Rihayê demildest li ber alîkariyên mirovî yên ji bo Kobaniyê were vekirin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê bi beşdariya hejmareke zêde ya welatiyan, ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê meşek organîze kir.

Girseya ku li Parka Seyîd Riza kom bû, bi daxuyaniyeke çapemeniyê bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku meha Xizirê, meha piştgirî û sekinîna li cem kesên mazlûm e.

Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya Partiya Kedê (EMEP) Orhan Kurul di çalakiyê de axivî û diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê zarok û jin rûbirûyî mirinê hatine hiştin.

Kurul di berdewamiyê de got: "Bangawaziya me ya herî sereke ev e: Divê deriyê sînorî yê Murşîtpinarê demildest were vekirin û korîdoreke mirovî were avakirin.

Ev daxwaza herî bingehîn a xelkê Dêrsimê ye. Divê şert û mercên ku gelê Rojava qedera xwe diyar bike, werin afirandin."

Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî bal kişand ser metirsiya komên çekdar û got:

"Ji 6ê Kanûna Paşîn ve planên qirkirinê yên komên wekî HTŞ û DAIŞê li Heleb, Rojava û Kobaniyê zêde bûne.

Li dijî van êrişan, gelê Kurd li Ewrûpa, Rojhilata Navîn û li her derê bûye yek can.

Li şûna piştgiriya komên paramîlîter, divê ji bo avakirina jiyaneke demokratîk li Sûriyeyê rol were lîstin."

Piştî daxuyaniyan, welatiyan ji bo bîranîna kesên ku di êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê de canê xwe ji dest daye, mum vêxistin û rêz girtin.

Çalakî bi peyamên piştgiriyê bi dawî bû.

Ayten Kordu: Em li dijî planên qirkirinê bûn yek can

Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Ji 6ê Kanûna Paşîn ve, li gel hewldanên çeteyên HTŞ û DAIŞê yên ji bo berfirehkirina planên qirkirinê ku li Helebê dest pê kirin û ber bi Rojava û Kobaniyê ve hatin birin, em wekî hemû gelan, di serî de Kurd û Elewî li gel dostên gelên Kurdistanê yên li Ewropa, Rojhilata Navîn û li çar aliyê Tirkiyeyê, li dijî van êrişên li ser Rojava û Kobaniyê bûn yek can.

Li her derê li dijî van sûcên mirovahiyê, êrişên li ser wê fikriyata ku bi pêşengiya jinan hatiye pêşxistin, dîsa bi êrişên li ser jinan dest pê kirin.

Li dijî vê hişmendiya ku li Şamê guh nade lihevkirinên hikûmeta demkî û bi hêzên paramîlîter û çeteyan êrişî gelê sivîl dike û plana qirkirinê dike, divê rola Tirkiyeyê ew be ku ji bo pêkanîna jiyaneke aştiyane û avakirineke demokratîk a li Sûriyeyê rol bilîze."