Mezlûm Ebdî: Şervan dê li herêmên xwe bimînin
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku lihevkirina wan a bi hikûmeta Şamê re ji bo rêlibergirtina komkujiyan û parastina herêmê ye.
Li gorî lihevkirinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) dibin beşek ji Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê û hêzên HSDyê jî wekî beşek ji artêşê li herêmên xwe dimînin.
Mezlûm Ebdî di hevpeyvîneke li gel kanala Ronahiyê de hûrgiliyên wê lihevkirinê eşkere kirin ku doh bi hikûmeta Sûriyeyê re hatiye îmzekirin.
Mezlûm Ebdî got, "Ev pêvajo 18ê mehê dest pê kiribû. Me 27ê mehê serdana Şamê kir û em bi Serokkomar Ehmed Şer re civiyan.
Îro jî piştî pêwendiyeke telefonî me lihevkirin îmze kir."
"Metirsiya komkujiyê hebû"
Mezlûm Ebdî derbarê sedema lihevkirinê de destnîşan kir ku metirsiya komkujiyê û planeke mezin li ser herêmê hebû û wiha pê de çû,"Me gelek hewl da ku şer rawestînin lê mixabin helwesta hêzên navneteweyî ne di wê astê de bû ku êrişan rawestînin.
Ji ber vê yekê, ji bo parastina gelê xwe me dît ku ev lihevkirin pêwîst e."
Paşeroja Asayîş û hêzên ewlehiyê
Yek ji xalên herî girîng ên lihevkirinê derbasbûna hêzên hikûmetê ya ji bo bajarên Kurdistanê ye.
Mezlûm Ebdî di vê mijarê de piştrastî da xelkê Rojavayê Kurdistanê û got:
"Di lihevkirinê de hatiye diyarkirin ku Artêşa Ereban a Sûriyeyê nakeve nav ti bajar û gundên Kurdan.
Erkê parastina navxwe ya bajaran di stûyê hêzên Asayîşê de ye ku ew jî dibin beşek ji Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê."
Fermandarê HSDyê derbarê nûçeyên li ser derbasbûna Asayîşa Giştî ya Şamê ya ji bo bajaran jî wisa got:
"Me li hev kiriye ku hêzeke diyar û sînordar biçe çargoşeyên ewlehiyê yên li Hisîça û Qamişloyê.
Erkê wan tenê îdarî ye û ji bo hevahengiyê ye heta ku pêvajoya tevlîbûna Asayîşê ya ji bo Wezareta Karên Navxwe temam dibe lê ti hêz li nav bajaran belav nabe."
Rewşa HSDyê ya di nav artêşê de
Mezlûm Ebdî li ser paşeroja HSDyê jî wiha domand:
"Hêzên HSDyê bi awayekî fermî dibin beşek ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê lê belê dê wekî lîwa û yekîneyên leşkerî li herêmên xwe yên li Cizîr û Kobaniyê bimînin û parastina herêmên xwe bikin."
Birêvebirin û zimanê Kurdî
Li gorî gotina Mezlûm Ebdî, taybetmendiya herêmên Kurdan ji aliyê îdarî, çandî û perwerdeyê ve tê parastin.
Fermandarê HSDyê di berdewamiyê jî de got,"Perwerdeya bi zimanê Kurdî ji dibistanan heta zanîngehan dibe fermî.
Her wiha birêvebirina herêman dê di destê xelkê herêmê de be.
Karmendên Rêveberiya Xweser dibin karmendên dewletê û postên wan bi yasayî tên naskirin."
Kobanî û bidawîhatina dorpêçê
Mezlûm Ebdî ragihand ku ev lihevkirin dê dawî li dorpêça li ser bajarê Kobaniyê bîne û got:
"Divê hêzên leşkerî yên Artêşa Ereban a Sûriyeyê û HSDyê ji nav bajêr vekişin û li derdora bajêr bi cih bibin. Bi vî awayî dê rewş asayî bibe."
Garantoriya navneteweyî
Fermandarê HSDyê eşkere kir ku Amerîka û Fransa ji hûrgiliyên lihevkirinê agahdar in û wekî garantorên siyasî dimînin.
Ebdî amaje pê kir ku Serokê Amerîkayê pêwendiyeke telefonî bi Ehmed Şer re kiriye û yek ji mijaran ev lihevkirin bûye.
Her wiha Serokê Fransayê jî soz daye ku bibe garantorê siyasî yê lihevkirinê.
Mezlûm Ebdî di dawiyê de diyar kir ku her çend ev lihevkirin di asta hemû daxwazên wan de nebe jî, di vê rewşê de ji bo parastina destkeftiyan û rêlibergirtina dagirkeriyê bijardeya herî baş bû.
Fermandarê HSDyê her wiha soz da ku ew dê li ser azadkirina girtiyên Kurd ên li cem Şamê bixebitin ku li ser vê mijarê jî li hev kirine.