Bozyel: Li Sûriyeyê ji bo Kurdan her tişt nû dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel li ser peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de daxuyaniyek da.

Bozyel got, “Ev peyman ne têkçûn e, ne jî serkeftineke tam e; dikare wekî bêhnvedan û derfetekê were nirxandin.”

Bayram Bozyel bi sernavê “Peymana HSD-Şamê; Her Tişt Nû Dest Pê Dike” daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Bozyel bal kişand ser êrişên ku 6ê Kanûna Paşîn a 2026an li Helebê dest pê kirin û piştre li Hisîça, Qamişlo û Kobaniyê veguherîn dorpêçê.

Rola Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî

Serokê Giştî yê PSKyê diyar kir ku di gihiştina vê peymanê de rola Kurdan û Herêma Kurdistanê mezin e û got:

“Di lihevkirina Şamê ya bi HSDyê re, nerazîbûna raya giştî ya Kurdan a cîhanî û hewldanên dîplomatîk ên berfireh ên aktorên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî yên Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî diyarker bûn.

Hem berteka tund a raya giştî ya Kurd û hem jî pêngava dîplomatîk a Başûrê Kurdistanê li paytextên sereke yên cîhanê û di wîjdana raya giştî ya cîhanê de deng veda.”

Hûrgiliyên Peymanê

Bozyel li ser naveroka peymana ku her du alî li ser li hev kirine ev zanyarî parve kirin:

Agirbest û Vekişîn: Di qonaxa yekem de agirbest tê ragihandin û hêzên leşkerî yên her du aliyan ji xetên temasê vedikişin.

Ewlehî: Hêzên ewlehiyê yên girêdayî Wezareta Karên Navxwe li navendên Hisîça û Qamişloyê tên bicihkirin û yekîneyên ewlehiyê yên xwecihî (Asayîş) tevlî navendê dibin.

Hêza Leşkerî: Firqeyek ku ji sê lîwayên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêk tê, tê avakirin. Her wiha lîwayeke ji hêzên Kobaniyê tevlî firqeya parêzgeha Helebê dibe. Parastina hebûna çekdarî ya Kurdan bi vî awayî (di asta lîwa/firqeyê de) wekî madeya herî girîng a peymanê tê dîtin.

Tayînkirin: Kesên ku HSD pêşniyar dike dê wekî Parêzgarê Hisîçayê û Alîkarê Wezîrê Parastinê werin tayînkirin.

Vegera Koçberan: Dê koçber vegerin cih û warên xwe.

Bozyel diyar kir ku mijara perwerdeya bi Kurdî "ne zelal e" û nayê zanîn bê ka dê wekî zimanê perwerdeyê bidome yan dê bibe dersa bijarte.

“Ne serkeftin e ne jî têkçûn e”

Bayram Bozyel peyman bi Peymana 10ê Adara 2025an û biryarnameya 16ê Kanûna Paşîn a 2026an a Serokê Demkî yê Şamê Ehmed Şer (Şara) re berawird kir û got:

“Ev peyman li gorî Peymana 10ê Adara 2025an li paş e, ji ber ku li gorî salek berê destê HSDyê gelekî lawaz bûye.

Lê li gorî biryarnameya 16ê Kanûna Paşîn a Rêveberiya Demkî ya Şamê li pêş e, ji ber ku di du hefteyên dawî de guherîna atmosfera siyasî ya di berjewendiya Kurdan de êrişkariya birêvebiriya Şamê heta astekê rawestand.

Peymana di navbera HSD û Şamê de ji bo Kurdan ne têkçûn e, ne jî serkeftineke tam e.

Ev peyman dikare ji bo Kurdan wekî bêhnvedan û derfeta komkirina hêzan were nirxandin.”

Bozyel her wiha bal kişand ser wê yekê ku mixatabê wan "HTSya cîhadîst û bêpişt" e û ew bêbawer e û ji ber nebûna destûreke nû, peyman ji garantiya destûrî dûr e.

Çar erkên sereke yên li pêşiya Kurdan

Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel ji bo bidestxistina statuyeke federal, ewle û destûrî çar pêşniyar li Kurdên Rojavayê Kurdistanê kirin:

Yekîtiya Neteweyî: Divê Kurd li dora stratejiyeke neteweyî bibin yek. Desteya Hevbeş a Kurdan a ku di Konferansa Qamişloyê ya 26ê Nîsanê de hatibû avakirin, divê bi lez were aktîvkirin. Divê navên çêkirî bên terikandin û navê "Kurdistan"ê were bikaranîn. Ji bo rizgarkirina Efrîn û Serê Kaniyê nexşerêyek were danîn.

Hevkariya bi Başûr re: Desteya Hevbeş a Rojavayê Kurdistanê divê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevkariyeke fermî û stratejîk ava bike.

Tifaqa bi pêkhateyan re: Serkirdayetiya siyasî ya Rojava divê bi Elewî, Durzî, Xiristiyan û hemû derdorên demokrat û sekuler ên Sûriyeyê re ji bo destûreke demokratîk û pirreng tevbigere.

Dîplomasî: Divê bi hemû navendên herêmî û cîhanî re trafîkeke xurt a dîplomasiyê were meşandin.

Bozyel di dawiya daxuyaniya xwe de got, "Meriv dikare bibêje ku ji bo gelê Kurd ê li Sûriyeyê her tişt nû dest pê dike" û piştgiriya xwe ya "bê merc" ji bo yekîtiya Kurdan anî zimên.