Xiristiyanên Qamişloyê di navbera tirs û hêviyê de: 'Em ji bo hemû pêkhateyan dua dikin'

1 demjimêr berê
Peyam Serbest
Peyam Serbest
Ayîna Xiristiyanên Qamişloyê / Wêne: Rûdaw
Ayîna Xiristiyanên Qamişloyê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Xiristiyan Qamişlo Şer Kurd
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Bi aloziya rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, Xiristiyanên bajarê Qamişloyê careke din ketine nava fikarên şer.

Xiristiyanên herêmê niha ji her demê bêtir berê xwe didin dêran û ji bo aştî û parastina xaka herêmê ji her êriş û metirsiyê dua dikin.

Dr. Malikî Somî ku yek ji Xiristiyanên Suryanî yên Qamişloyê ye, mînakek e ji bo wî êşa ku şer bi serê xelkê herêmê ve aniye.

Malikî ev 7 sal in ji ber rewşa Sûriyeyê ji zarokên xwe qut bûye û ew li welatê Swêdê dijîn.

Ew niha ji her demê zêdetir ditirse ku şerê vê carê wî neçar bike ku dev ji mal û milkên xwe berde.

Dr. Malikî Somî got, "Her tim metirsî li ser Xiristiyanan heye. Em xelkek in ku em ji şer û kuştinê hez nakin.

Em tenê aştiyê dixwazin û em dixwazin li gel Kurd û pêkhateyên din bi bi hev re bijîn."

Merema niza û paqijiyê

Li yek ji dêrên Suryanî yên bajêr, merasîmeke taybet ji bo dua û paqijiyê hat lidarxistin.

Beşdaran bi kom dua ji bo hemû wan kesan dikir ku di êrişên dawî de zerer dîtiye.

Keşeyê Dêra Suryanî Xurî Ebdulmesîh Yûsif li ser rewşê got:

"Şer û kuştin hemû kesan dilgiran dike, ne tenê Xiristiyanan.

Me îro nimêjeke taybet kir ji bo çespandina aştiyê li hemû cîhanê û bi taybetî li Sûriyeyê.

Em niza dikin ku Xwedê Misilman, Xiristiyan û hemû pêkhateyan ji her êrişeke nemirovane biparêze."

Alîkariya ji bo koçberan

Tevî metirsiyan, dêrên Qamişloyê erkekî mirovî girtiye ser milê xwe.

Wan ji bo komkirina alîkariyê ya ji bo 10 hezar malbatên koçber ên li nav bajêr bang kir.

Xiristiyanan bi germî û bêyî ku li cudahiya olî binêrin, bersiva bangqwaziyê da û alîkariyên xwe gihandin dêran.

Şimûnî Ebduleheda ku jineke Xiristiyan a nişteciha Qamişloyê ye, bi dilekî tijî behsa zehmetiya jiyana xwe dike û dibêje:

"15 sal in em li ber xwe didin û hêviya me hebû ku rewş baş bibe lê hemû tişt berevajî derket. Rewş karesat e û tenê giriyê dixwaze."

Xiristiyan (Suryan, Ermen û Asûrî) wekî kok û rîşeya Qamişloyê tên dîtin.

Beriya destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê, hejmara wan li wî bajarî nêzîkî 40 hezar kesan bû lê ji ber şer û nearamiyê, niha tê texmînkirin ku ew hejmar daketibe kêmtirî nîviyê, ev jî metirsiyeke mezin e li ser pirrengiya bajêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst