SOHR: HSD ji hinek deverên Hisîça û Helebê vedikişe
Hewlêr (Rûdaw) - Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî nîşandana niyeta baş, dest bi vekişandina şervan û çekên xwe yên giran ji xetên pêş ên li Hisîçayê û du gundên gundên Helebê kiriye.
Li bajarê Hisîça û gundewarên wê piştî ragihandina peymanê û destpêkirina bicihanîna wê, aramiyeke bi hişyarî heye.
SOHRê da zanîn ku HSDyê amadebûna xwe nîşan daye da ku bendên peymanê bi cîh bîne.
Di vê çarçoveyê de çekên giran ji xetên pêş ên gundewarê başûr û herêmên ewlehiyê yên berê yên li nav Hisîça û Qamişloyê vedikişîne.
Ev gav ji bo hatina hêzên ewlehiyê yên ser bi "hikûmeta demkî" ve wekî amadekariyekê ye.
Vekişîna ji gundên Helebê
Çavkaniyên SOHRyê ragihand ku HSD ji gundên Şêx Fewqanî û Şêx Tehtanî yên li gundewarê rojhilatê Helebê vekişiyaye û ber bi herêmên din ve çûye ku herêma Benderê jî di nav de ye.
Ev tevger wekî beşek ji rêkxisitina meydanî ya nû li herêmê tê kirin û di çarçoveya bicihanîna peymana bi hikûmeta demkî re ye ku tê çaverêkirin di demjimêrên pêş de bikeve warê bicihanînê.
Li gorî çavkaniyan, sibe serê sibê hêzên Ewlehiya Giştî derbasî bajarokê Şiyûxê bibin da ku deverê biparêzin û şert û mercan ji bo vegera welatiyan a ser malên wan amade bikin.
Peymana Mezlûm Ebdî
Ev bipêşketin di çarçoveya wê peymanê de tê ku Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ragihandibû.
Li gorî peymanê, li hemberî vekişîna ji xetên pêş ên çend deveran, tenê destûr bi hêzên ewlehiya navxwe ya sînorkirî tê dayîn ku derbasî bajarên Hisîça û Qamişloyê bibin.
SOHR di raporta xwe de dibêje, welatî bi tirs û hişyarî çavdêriya rewşê dikin û hêvîdar in ku ev peyman pêşî li binpêkirinên gengaz di qonaxa bê de bigire.