Hisîça (Rûdaw) - Piştî ragihandina peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî Sûriyeyê de, tevgera bazarê li Taxa Muftiyê ya Hisîçayê (Hesekê) asayî bûye û koçber vedigerin malên xwe.
Piştî ragihandina peymana di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de, koçber êdî vedigerin bajarê Hisîçayê û tevgera bazarê geş dibe.
Kurd dibêjin, ew şerê man û nemanê dikin, pêwîst e peyman bê bicihkirin.
Tevgera bazarê li Taxa Muftiyê ya Hisîçayê careke din asayî bûye ku hemû niştecihên wê Kurd in.
Hefteyên borî ji ber tirs û dilgiraniyê şer, malbatan û bi taybetî jî jin û zarok ji bajar çûbûn lê nûçeya peymana HSD û Şamê rê li ber vegera bikom vekir.
“Em bi şevan nobetê digirin”
Jineke bi navê Jîma Zavê ku çavên wê tijî hêsir bûn û destên xwe ji Xwedê re bilind kiribûn behsa rewşa xwe kir.
Şêniya Hisîçayê Jîma Zavê got, “Bi Xwedê em mezin û biçûk hemû agir dadidin û li derveyî malên xwe dibin.
Em bi şevan nobetê digirin. Eger min karibûya ez dê jî biçûma min dê berevanî bikira lê hêza min nemaye.
Lê min dia ji we re kirin, Xwedê hêzê bide we. Hêviya me bi Xwedê ye.”
“Doh em hemû vegeriyan”
Ebdulrezaqê hevjînê Jîmayê ku nîvê laşê wî felc bûye, bi wî halê xwe neçar mabû ku ji Hisîçayê biçe.
Ew niha bi moralekî bilind vegeriyaye nava bajarê xwe û li ber deriyê mala xwe bi serbilindî rûniştiye.
Şêniyê Hisîçayê Ebdulrezaq Zavê jî got, “Hinekan malên xwe vala kiribûn lê em vegeriyan, doh em hemû vegeriyan.”
“Tenê diz û çete şer dixwazin”
Selah Xelîlî ku li bazarê tişt dikirîn, bi cîran û xelkê taxê re behsa hêviya aştiyê û nefretkirina ji şer dikir.
Şêniyê Kurd ê Hisîçayê Selah Xelîl jî hêviyên xwe wiha anîn zimên:
“Bila bi peymana siyasî bigihêjin hev û şer dernekeve. Kes hez nake şer derkeve, tenê diz û çete hez dikin.
Tenê ew hez dikin, eger na ne di berjewendiya kesî de ye.”
Metirsiya êrişên çekdarên Artêşa Ereban a Sûriyeyê ne tenê Kurd, beşek ji Erebên Hisîçayê jî perîşan kiribû.
“Milet tehemul nake”
Welatiyê Ereb ê bi navê Elî Ebdulah jî got, “Em hêvîdar in ku li gel hev li hev bikin û ev biqede, milet tehemula vê rewşê û vê hewayê nake.”
Şêniyê Ereb ê bi navê Hamid Hacî jî diyar kir ku tirs di nav xelkê de heye û got:
“Hemû xelk ditirse, ji tiştekî nezelal ditirse. Kes nizane eger ew bên dê rewş baştir bibe yan xerabtir, çimkî em berê jî di vê rewşê re derbas bûne.”
Doh HSDyê û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê peymanek ragihand ku ji çend xalan pêk tê û tê çaverêkirin ku bibe wesileya bidawîhatina wî şerê dijwar ê ku li Rojavayê Kurdistanê diqewime.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse