Amerîka dê bi qasî 6.5 milyar dolaran çekan bifiroşe Îsraîlê
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, firotina çekan a bi bihayê 6.67 milyar dolaran ji bo Îsraîlê pesend kir ku di nav de 30 helîkopterên Apache jî hene.
Ajansa Hevkariya Ewlehiyê ya Parastinê (DSCA) ya ser bi Pentagonê ve, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan agahî derbarê firotina wan çekan de daye Kongreyê.
Li gorî vê yekê, Amerîkayê firotina 30 helîkopterên Apache û gelek parçeyên cuda û cebilxaneyên ku di wan helîkopteran de tên bikaranîn erê kir ku bihayê wan 3.8 milyar dolar e.
Kelûpelên lojîstîk û wesayîtên zirxî
Wezareta Karên Derve her wiha firotina Wesayîtên Taktîkî yên Sivik ên Hevbeş û kelûpelên pêwendîdar jî erê kir ku bihayê wan nêzîkî 2 milyar dolaran e.
Di proseyeke din a firotinê de ku ji bo Îsraîlê hatiye pesendkirin, Wezareta Karên Derve firotina pakêtên hêzê yên Hilgirên Personelan ên Zirxî (Namer) û kelûpelên piştgiriya lojîstîk a entegre erê kir ku bihayê wan jî nêzîkî 740 milyon dolaran e.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Firotina pêşniyarkirî, dê di dema operasyonan de şiyana tevgera hêzên bejahî zêde bike û şiyana Îsraîlê ya rûbirûbûna gefên niha û yên paşerojê bi pêş bixe."