Viyan Efrîn: Eger YPJ nebe HSD jî nabe

Hewlêr (Rûdaw) - Viyan Efrînê ragihand ku YPJ dê rêxistbûna xwe ya resen di nav HSDyê de biparêze û got, "Eger YPJ nebe, HSD jî nabe."

Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Viyan Efrîn peymana nû ya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ji Jin TVyê re nirxand.

Viyan Efrînê li ser pirsa çima navê YPJyê bi eşkereyî di metna peymanê de nehatiye nivîsandin, bi bîr xist ku YPJ di damezirandina HSDyê de stûneke bingehîn e.

Viyan Efrînê tekez kir ku ew nikarin YPJ û HSDyê ji hev cuda bikin û got:

“Têkoşîna azadiya jinê dê li her derê bidome. Em dê hem di nav lîwayan de û hem jî di hemû qadan de resenî û xweseriya xwe biparêzin.

Eger YPJ nebe, HSD jî nabe. YPJ giyan û cewhera hemû avaniyên xweparastinê yên li herêmê ye."

"Armanca peymanê rawestandina şer e"

Viyan Efrînê bal kişand ser wê yekê ku gelek peymanên berê hatine binpêkirin û bi taybetî di pêvajoyên Efrîn, Heleb û Deyr Hafirê de soz nehatine bicihanîn.

Wê got ku armanca sereke ya peymana dawî ya 30ê Kanûna Paşîn ew e ku planên "îmha û înkarê" yên li dijî gel pûç bikin û wiha li pey çû:

"Me xwest şer rawestînin. Em dê di bin navê lîwayên HSDyê de xwe bi rêxistin bikin."

Fermandara YPJyê li ser mijara vegera xelkê ku bi zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin jî rawestiya û destnîşan kir ku veger dê di serî de li herêma Cizîrê be lê rewşa ji bo Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî cuda ye.

Efrînê derbarê vê yekê jî got, "Ji bo ku gel vegere Efrîn û Serê Kaniyê, divê baregehên Tirkan ji wir derkevin.

Li wan deran hîn jî revandin û kuştin didomin. Pêngava yekem dê vegera li herêma Cizîrê be lê ev pêvajo dê hinekî dereng bikeve."

"Garantorê sereke hêza gel bi xwe ye"

Viyan Efrînê spasiya rola garantoriyê ya Fransa û Amerîkayê ya di peymanê de kir lê tekez kir ku garantiya sereke ya paşerojê berxwedana gel e û wiha domand:

"Garantiya paşerojê bê guman hêza me ya resen e, gelê me ye. Çekgirtina dayikekê, bavekî yan jî ciwanekî reflekseke xweparastinê ye.

Meşên aştiyê tên kirin lê gel komplo dît û fêm kir ku hêza sereke ew bi xwe ye.

Ew îradeya ku li çar parçeyên Kurdistanê derketiye qadan, garantiya paşeroja gelê Kurd e."