TAYBET - Sêwî û koçber: Sêla 5 mehî ye, çekdaran dêya wê kuştiye û mala wê nîne

Qamişlo (Rûdaw) – Carinan mirov di 5 mehiya xwe de sêwîbûn û koçberiyê bi hev re nas dike, nexasim heke ew mirov Kurd be ev dibe rewşeke ne gelekî ecêb.

Sêla yek ji wan pitikên sêwîmayî û bêwarmayî ye, hîn 5 mehî ye lê giriyê wê li dibistaneke ji xwendekaran xalî û mişt koçber olan dide.

Malbata wê Efrînî ye lê koçî Reqayê kiriye.

Piştî ku çekdarên Artêşa Ereban a Sûriyeyê agirbest şikand û ber bi herêmên Kurdan ve çû malbata Sêlayê jî berê xwe da Hisîçayê (Hesekê) da ku zar û zêç ji lep û çengên mirina sar rizgar bibin.

Lê wan ji kû zanîbû ku mirin lê rêya wan e!

Çekdarên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê karwanê birêketiyan da ber guleyên mirovkuj.

Dayîka Sêlayê keçika xwe di hembêza xwe de parast û guleyên çekdaran bûn para bedena wê û pêçeka Sêlayê ma di nav xwînê de.

“Gule dihatin, wehşiyet...”

Bavê Sêlayê bi dilekî şikestî û kezebeke şewitî ji Rûdawê re got:

“Gule dihatin, wehşiyet... Min ew hembêz kirin da ku ez bimirim, ne ew lê gule li serê dayîka keçikê ket.”

Sêlayê heta beriya niha bi 5 rojan jî ji pêsîra dayîka xwe şîr dimêht lê îro ne dayîka wê heye û ne jî ew hembêza germ.

Sêla di hembêza bavê xwe hêwir nabe û hêstirên çavên wê weke baraneke çilesrî dirijin.

Di wan kêliyên ku dil û hinavên bavekî diperitînin de mamoste Evîna Qamişloyî, bi dilovaniyeke Kurdewarî xwe digihîne hawara Sêlayê û dibêje, “Em gelekî pê êşiyan.”

Mamoste Evîn bang dike, bi hêviya ku dengê wê here dijminên gelê Kurd: “Bila hew komkujî çêbibin.”

Çîroka Şêlayê bi tênê çîrokek e ji wan çîrokên Kurdên koçberkirî, wan Kurdên ku mafên wan ên mirovî ji wan re zêde tên dîtin û ji 4 hêlan ve hewl tê dayîn ku jiyana wan bê tarîkirin.